Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka du şehîdên PDKÎ li Bokanê koça dawiyê kir

19:52 - 31 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Dayîka şehîd Ehmed Xizrî û şehîd Tahir Xizrî du fermandeyên şehîd ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema nexweşî di yek ji nexweşxaneyên bajarê Bokanê de wefat kir.

Li gor rapora Kuristanmedia, di roja Şemiyê 30’ê Tebaxa 2014’an de, Meta Kaban dayîka du fermandeyên şehîd ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navên şehîd Ehmed Xizrî û şehîd Tahir Xizrî bi sedema nexweşiyê di yek ji nexweşxaneyên bajarê Bokanê de çû ber dilovaniya xwedê.

9271.jpg
Şehîd Ehmed û Tahir Xizrî

Meta Kaban kesayetiyeka xweşnav û cihê baweriya devera Bokanê bû heta dawîn dema jiyana xwe wefadarê rêbaza kurên xwe yên pêşmerge bû.

Termê Meta Kaban roja Yekşemî di nav aporaya xelkê deverê li ser wesiyeta xwe li gundê Girda Gebran hat definand in.

Şehîd Ehmed Xizrî fermandeyê lika hêza Beyan, sala 1963’an li Girda Gebran li bajarê Bokanê ji dayîk bûye û di bervara 14’ê Îlona 1986’an de, li cihekê bi navê Heşî ava di şerekî qehrimanane de hat şehîdkirin.

Şehîd Tahir Xizrî fermandeyê pela hêza Beyan, sala 1965’an li Girda Gebran li bajarê Bokanê ji dayîk bûye û sala 1984’an li Şarwêranê şehîd bû.

Herwiha du kurên din yê Meta Kaban bi navên Qadir û Osman Xizrî ser bi yek ji hêzên siyasî yên dijberî rejîma Îranê, di şerekê de ligel hêzên rejîmê hatin şehîd kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pirs û serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê Meta Taban dike û xwe bi şerîkê xem û kovan wan bi pişikdar dizene.