Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo sekreterê giştî yê YCKDÎ simînarek li welatê Bikjîkê hat lidarxistin

22:26 - 31 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Biljîkê a Partiya Demokrat a Kurdistrana Îranê, simînarek derheq bi rewşa niha ya Kurdistanê û xebata rizgarxwazî a gelê Kurd li her yek ji perên Kurdistanê, bo sekerterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi rêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî 30’ê Tebaxa 2014’an, komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê, simînarek bo Fuad Xakîbêyîgî sekreterê giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li wî welatî bi rêve birin.

Simînar bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

9277.jpg


Di vê simînarê de Fuad Xekîbêyî serheq bi dawîn guherînên deverê, rewşa siyasî a Îranê û Kurdistana rojhelatê û pirsa Kurd di her 4 parçên Kurdistanê, xalêb bihêz û lawaz yên tevgera rizgarîxwazî û dawîn agayî li ser êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê axaftin kir.

Fuad Xekîbêyî derheq bi helwêt û siyasetên PDKÎ anî ber bas û herwiha tekoşîna YCDKÎ derheq bi wan mijarane şirove kir.

Kar û tekoşîna Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê di hundir û dereveyî Kurdistana Rojhelatê ji aliyê Fuad ve hate ber bas.

Piştre pişikdarên simînarê pirs û nerînên xwe li ser tewerên simînarê xistine ber bas û ji aliyê Fuad Xakîbêyîgî ve bersiva wan hat dayîn.
Di dawiya Simînarê de, civîna hevpar a şanda YCDKÎ û komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê bi rêve çû.

Di vê civînê de rewşa lawan di wî welatî de anîne ber bas û biryar hat dayîn bi hevdengî ligel komîteya PDKÎ li Biljîkê û desteya nûnerayetiya ciwanan li derveyî welat, komîteyekî nû bo çalakiyên YCDKÎ hat avakirin.