Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

70 – 80 ji sedî a daketina bînerên sînemayên Îranê

14:38 - 24 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Bi daketina 30 heya 45 ji sedî a bînerên sînemayên Îranê li hember du salên derbasbûyî, tevî zêdekirina nirxan nêzîkî 600 milyon tûmen firotina bilîtan kim kiriye.


Li gor nûçegihaniya “Îsna”, seneta sînemaya Îranê jî tûşî kirîzê bûye, bi awayekê ku werza Buhara sala derbasbûyî ku nirxa bilîtan 3500 bû, 6 milyard û 500 hezar tûmen firotin hebûne, lê îsal tevî zêde kirina 1000 tûmen a her bilîtekê, tenê 5 milyard û 950 hezar tûmen firotin hebûye.
Li gorî vê yekê gerek bê gotin ku heta zêdekirina nirxa bilîtan jî nekariye daketina firotina sê mehên derbasbûyî qerebû bike û sînemayên Îranê bi giştî tûşî xisar û daketinek 9 ji sedî bûne.
Di rapora han de hatiye ku bi awayek nisbî para firotina her yek ji 18 fîlmên hatinî weşandin di werza Buharê de, 329 milyon tûmen bûye, yanî nîva mesrefa fîlmek normal a sînemayî.
Gorî raporê, di sê mehên derbasbûyî de 450 hezar kes çûne sînemayan.
Eva di halekê de ye ku buhara sala derbasbûyî 2 milyon û 45 hezar kesan di sînemayan de beşdarî kiribû.
Sînemayên Îranê îsal 45 ji sedî a bînerên xwe li hember du salan berî niha û 30 ji sedî jî li hember salek berî niha ji dest dane.
Di rapora “Îsna”ê de hatiye, ger em bixwazin amara niha a bilîtan li gel amarên berê bidin berhev, emê bigîjin daketinek 70 – 80 ji sedî a bîneran.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê