Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiyayê Şengalê ji Navê Pîr Alî Hatiye Girtin (Konê Reş)

15:18 - 8 Îlon 2014

(Ji mamoste Prîskê Mihoyî re pêşkêş dikim)

Çiyayê Şengalê
Mezra geliyê Pîra
Warê bav û bapîra
Bi me xweş nayê
Dengê Mele û Kizîra..

9332.jpg
Konê Reş


Sebaretî navê Şengalê, bi min weş e ku van baweriyên xwe ji mamoste Prîskê Mihoyî re pêşkêş dikim. Di baweriya min de, navê Şengalê ji du peyvan pêk tê; Şeng bi wateye spehî an xweşik û peyva Al ku ji navê Pîr Alî hatiye.

Di heyamê berê de, qelaçê Dasika an Çiyayê Çêlka, an herêma Hevêrka an çiyayê Bagokê ku xiristyan jêre dibêjin çiyayê Tor Abdîn cih û warê Êzidiyan bû.. û ew Çiyaya ber bi başûr ve dirêj dibû nav deşta Dasika an Beriya Xelef Axa ta ku digihîşt girê Qeresiyê û çiyayê Şengalê. Rojhelatî vê herêmê jî çiyayê Qereçoxê Mosîsana an Çiyayê Qereçoxê Mîran bû anku ew jî cih û warê Êzidiyan bû.. û tev akinciyên wê Êzidiyên eşîra Çêlka, Dasika û Mosîsana bûn. Hingî Pîr Alî serkêşiya wan dikir.

Lê xuya ye piştî ku misilmantî hatiye herêmê, gelek zor li Pîr Alî hatiye kirin, wî xwe ber bi Çiyayê Şengalê ve berdaye û lê akincî bûye û bi demê re navê Çiya ji xweşbûnê bi navê wî ve hatiye girêdan û bûye Şeng Alî anku çiyayê Alî.. Dûrbûna di avbera çiyayê Bagokê û Çîiyayê Şengalê de dor 80 K. M heye û çiyayê Mosîsana di navbera wan de ye, anku dor 40 K. M başûrê Qelaçê Dasika an Bagokê dikeve.

Roja îro, devera di navbera Qelaçê Dasika û çiyayê Mosîsana de devera Aliyan ne û niha mala Meree Axa lê akincî ne. Di baweriya min de navê Aliyan ji ber navê Pîr Alî maye.. Di eynî herema Aliyan de, gornên Êzidiyên mala Heyder in hene, xelkên deverê dibêjin gorên Êzidiya ne… Û her wiha niha navê gelek gundan di wê deverê de bi gotina ALÎ destpê dikin wek: Alî Bedran, Alî Qosê (Aleqosê), Alî Reşa (Alareşa), Alî Qemşê (Ala Qemşê).. Hem jî hêja ye em bêjin ku di destpêka çerxê 20 an de, ji van êlên derdora Nisêbînê re wek Temika, Bûbilana, Mêrsîna, Koçekan gotina Pînar Alî dihat gotin. Wek ku diyar e Pînar Alî navê eşîra Xelef Axa bû, xwediyê beriya Sinceqê, ewa ku Çiyayê Bagokê û Çiyayê Şengalê bi heve girêdide.
Wek ku min got baweriye.. Baweriya min e.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.