Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî PDKÎ wefat kir

13:12 - 9 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Dayîka pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema pîrbûn û nexweşiyê di temen 70 saliyê de li gundê Enbê ser bi devera Tirgewer a Urmiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 7’ê Îlona 2014’ an, Metê Reyhan Erebî keça Serfiraz û dayîka Siyamend Terbî, kadrê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyê kir.

Metê Reyhan, xelkê gûndê Enbê li devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bû û di nav aporaya xelkê vê deverê de di nav goristana Enbê de definand in.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî li malbat û kes û karê “Metê Reyhan” û bi xasmanî “Siyamend Terbî” dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.