Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li bajarê Hewlêrê koça dawî kir

16:21 - 9 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Ebdulla Emcedî kurê Mihemed xelkê devera Kelaterzan a Sine, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rûniştiyê bajarê Hewlêrê, di temenê 55 saliyê de, bi sedema qezaya tirafîkê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora kurdistanmedia, roja Yekşemî 7’ê Îlona 2014’an, Ebdulla Emcedî, endamê PDKÎ, ji dayîk bûyê gundê Alyava li devera Kelaterzan a bajarê Sine û babê pêşmergeyekî PDKÎ, di temenê 55 saliyê de, bi sedema qezaya tirafîkê di navbera bajaroka Binesilawe û Kesnezanê, di bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de mal avayî ji jiyanê kir.

Ebdulla Emcedî babê pêşmergeyekî PDKÎ bi navê Tofîq Emcedî bû û seba kurên xwe li sala 2005’an ve bibû endamê teşkîlatî ya PDKÎ.

Navbirî ji ber ewê ku babê pêşmergeyekî PDKÎ bû, ji aliyê rejîma Îranê ve di bin givaşan de bû û Îdareya Îtilat a bajarê Sine hertim ew û malbata wî eziyat dikirin.

Rejîma Îranê hewla xwe dida ku zext û givaşan bixe Ebdulla Emcedî, lê tu car serkevtî nebûn û ewî xwestekên rejîm û xwefiroşan nepejirand û xwe teslîmî wan nekir.
Endamê han yê PDKÎ, cara dawî li sala 2007’an ve warê xwe bi cî hêla û di Herêma Kurdistanê de akincî bû.

Ebdulla Emcedî heya dawiya jiyanê bi PDKÎ wefadar ma û li gel malbata xwe weke endamekî dilsoz û wefadar erkê PDKÎ bi rêve dibir.

Êvara roja Yekşemî 7’ê Îlona 2014’an, Ebdulla Emcedî di nav aporaya xelk û hevrêbazên xwe de, di nav goristana şehîdên PDKÎ de, hat weşartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiyê ji malbat û kes û karên Ebulla Emcedî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.