Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêlek destbiserkirinên nehênî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve destpê kiriye

16:57 - 24 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekariyê ên rejîma Îranê di heyamê meheke de bi awayek berfireh û nehênî dest bi destbiserkirina ciwanan û çalakên enternêtî kirine û heya niha 20 kes hatine destbiserkirin.


Li gor rapora malpera “Keleme”, pirraniya wan kesan ku di yek meha desrbasbûyî de hatine destbiserkirin, di girtîgehên ewlehî ên Sipaha Pasdaran de ne.
Li gor rapora han di berwar 23’ê Gulana îsal ve destbiserkirinên han destpê kirine û heya niha 20 kes di parêzgehên cur bi cur ên Îranê de destpê kirine.
Gişt destbiserkirnên han bi tometên weke çalakiyên enternêtî û bêhurmetî bi buhayên olî hatine destbiserkirin.
Gorî raporê, hêzên Ewlekarî ên rejîmê malbatên destbiserkiriyan di pêwendî li gel belavkirina nûçeyê destbiserkirina zarokên wan, bi tundî hişyar kirine û gotine ku di egera belavkirina nûçeyê han, pirsgirêkên pêtir ji wan destbiserkiriyan re çêdibin û dê dozên esxlaqî ji wan re çêkin.
Li gor çavkaniyê, pirraniya wan girtiyan di girtîgehên bajarên xwe de hatine sekinandin û piştre bo girtîgeha bajarê Êvînê hatine veguheztin.
Pirraniya wan ciwanên destbiserkirî xwendekar in û hin ji wan di xewgehên xwe de hatine destbiserkirin û di nav de bijarte û derçûyên pilebilind ên olempiyadên zanistî hene.
Operesyonên wan destbiserkirinan bi giştî piştî demjimêr 12’ê şevê bi êrîş bo ser jiyana wan a şexsî hatine encamdayîn û tevî bêhurmetiyek zaf, destbiser bûne.
Pêla han pirraniya parêzgehên Îranê dagirtiye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê