Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêd/ Civîna komîteya PDKÎ û Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

16:03 - 10 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Komîteyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di bajarê Stokholma payîtextê welatê Swêdê de civînek lidar xistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Yekşemî 7’ê Îlona 2014’an de, civînek di navbera komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swêdê bi serperestiya Enver Kakakyî, berpirsê komîtê û heyetekî Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi serperestiya Salar Aşinager endamê komîteya teşkîlata derve ya Komelê, di bajarê Stokholmê de, bi rêve çû.

Di vê civînê de rewşa niha anîne ber bas û lêkolînê û kar û çalakiyên hevpar ên borî yên her du komîteyên PDKÎ û Komelê bilind nirxandin.

Di dirêjahiya hevdîtinê de her du komîteyan piştî nerîn û û pîşniyaran, li ser çedîn xalên girîng bo baştir bi rêve birina kar û çalakiyên hevpar ên pêşerojê, her du komîteyên PDKÎ û Komele li welatê Swêdê rê kevtin.

Berfireh kirina kar û çalakiyan li welatê Swêdê, pêk anîna lêjneyekî hevbeş bi armanca kar û çalakiyên ragehandinê di înternet û torên civakî yên cur ba cur de, piştîwanî kirin ji her cire harîkariyak derheq bi penaberên Herêma Kurdistanê ku bi sedema êrîşa DAÎŞ’ê ve koçber bûne û hewceyî bi harîkariya madî û me’newî, ew xalane bûn ku piştî basekî zaf biryar li ser hat dayîn.

9353.jpg

Herwiha gelaleya rêxistina meş û rêpêwan di dema hewce de û amadekarî bo rûderûbûna her cire bûyerekî nexwazyar di pêşerojê de ji rapirsiyên vê civînê bûn.

Di dawiya civînê de du alî li ser cî bi cî kirina rasipardeya serkirdayetiya partiyan û berfireh kirina girîngîdana dostayetî û çalakiyên hevpar pêdegirî kirin.