Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê malavayî ji jiyanê kir

21:40 - 10 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Xanima Amîne Tetîlî dayîka şehîd Qadir Mîrzayî, şehîd PDKÎ û xelkê gundê Şêwesimak a ser bi bajarê Şino, bi sedema pîrbûn û nexweşiyê di temen 89 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Duşemî 8’ê Îlona 2014’an, Meta Amîne Tetîlî naskirî bi Amîne Şîbêlî dayîka şehîd Qadir Mîrzayî naskirî bi Qadir Şîbêlî û xoşka şehîd Osman Rûyan xelkê gundê Şêwesimak a ser bi bajarê Şino koça dawiyê kir û di nav aporaya xelkê deverê de li goristana Feqî Şalî definand in.

9362.jpg
şehîd Qadir Mîrzayî

Meta Amîn weke keseka nîştemanperwer û bi sedema dilsozî û emegnasî bo welatê xwe û hezkirina wê li hember PDKÎ û xweragirî li hember azar û eşkenceyên dagîrkerên Kurdistanê, ji aliyê xelkê deverê ve rêzekî taybet hebûye.

Metam Amîne hertim şanazî bi rêbaza kur û birê xwe yên fermande dikir û hemû pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi kur û keçên xwe dizanî.

Şehîd Qadir Mîrzayî sala 1963’an li gundê Şêwesimak a ser bi bajarê Şino ji dayîk bûye û fermendeyê lika PDKÎ bûye û di şerekî qehrimanane de li sala 1966’an li cihekê bi navê Gelaz hat şehîd kirin û li gundê Şêwesimak hat definad in.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pirs û serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê wê dike û xwe di xem û pejara wan de bi pişikdar dizane.