Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û DAÎŞ

13:57 - 11 Îlon 2014

Şehab Xalidî

Bê guman yên ku ji nawerok û siyasetên têkderane û ajawegêrane yên rejîma Îranê şareza bin, bi hêsanî dikarin vê pirsê şirove bikin, ku gelo rastî hebûna DAÎŞ’ê di berjewendiya Îranê de ye, yan li dijî berjewendiyên Îranê ye?! jiber ku:

1-Komara Îslamiya Îranê bi şerê li dijî DAŞÎ’ê dixwaze biselmîne ku ew li dijî terorê ye.

2- Ew ji berdewamiya vî şerî hez dike, jiber ku bîrûraya giştî ya cîhanê aloziya Sûriyê ji bîr dike, û hevalbendê wan wate Beşar Esed dikare bi hêsanî siyaseta serkut û komkujiyê li dijî serhildêran bidomîne.

3- Ew dixwaze bi vê hêcetê bi awayekî fîzîkî jî di Kurdistana Başûr de amadeyî hebe, û bikare destêwerdanê di nava karûbarên Herêma Kurdistanê de bike, û çavdêriyê jî bi ser opozisyona rastîn ya Îranê de bike.

4- Ew dixwaze ku şer bibe şerê Kurd û DAÎŞ, nek şerê Sunî û DAÎŞ’ê, û bi vî rengî wisa nîşan bide ku hêla zû ye ku Kurd bas ji serxwebûnê bikin.

Di heman demê de ew hez dike ku DAÎŞ di Kurdistana Rojhilat de amadeyî hebe, ji ber ku bi riya wan dixwaze wisa nîşan bide ku hekî xelk li dijî wan be, eva di pêşerojê de DAÎŞ heye ku gellek ji wan bo xelkê metirsîdartir e, hem jî dixwaze xelkê Kurdistanê ji piştevanîkirina PDKÎ û partiyên din ên Kurdî dilsar bike, û bêja ku hekî ew partî serê xwe hilînin, eva DAÎŞ li hemberî wan de heye, û hem jî zehmet e ku ew bihêlin DAÎŞ bi awayekî bi hêz bê qada siyaseta Îranê de, jiber ku ew bixwe riya çalakiyan didin wan û bixwe jî dikarin riya wan bigrin.

Ku wisa bû Komara Îslamî ya Îranê bona mana xwe dikare her riyekê biceribîne, heya hekî li djî exlaq, mirovahî û ola pîroz ya Îslamê be jî.