Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mela Enwerê Mayî û Belavkirina - Alfabeya Latînî li Badînan (Konê Reş)

16:32 - 14 Îlon 2014

Gelek caran di rewşa ziman û rewşenbîriya kurdî a têvel de diponijim. Ew ponijandin Bedirxaniyan bi xwe re tîne hizr û bîra min û ez ji xwe re dibêjim: Ku Bedirxanî nebûna, gelo wê niha rewşa ziman û rewşenbîriya kurdî di nav me de çawa ba?

9400.jpg
Konê Reş


Her ku ez li kovar an rojnameyên Bedirxaniyan vedigerim, tiştekî nû di wan de dibînim. Berî çend rojan min kovara Ronahî dixwend, di hejmara 12’an, sala 1943’an de, pêrgî nivîsekê di bin navnîşana (Mela Enwer), bi pênûsa birêz M. Ermexanî hatim.
Birêz M. Ermexanî di nivîsa xwe de, bi têr û tesel jînenîgariya Mela Enwer, jîrbûn, zîrekiya û hezkirina wî ji zimanê kurdî re daye nasîn.
Her weha birêz M. Ermexanî ronahî berdaye dor rola Mela Enwer û apê wî Şêx Mezher di belavkirina Alfabeya Kurdî a latînî de li Badînan. Birêz M. Ermexanî di gotarê xwe de weha dibêje:
(Par wextê tatîlê ez çûm gundê Mela Enwer. Ez bi wê çûyînê gelekî dilgeş bûm. Sîh xortên kurd li dora Mela Enwer civiya bûn. Mela ser depê reş ji wan re dersên kurdî dida; bi tîpên kurdî ên nû.

Min got melê: Seyda, ev tîpên kurdî ên nû bi şerîetê caîz in? Mele li min vegerand û got: \'\'Belê caîz in\'\' û ji me re bi çend ayetên Quranê delîl jî anîn. Paşê dîsan mele got: \'\'Ezman bi çi awayî bihête nivîsandin ew terz dirist e. Û em dibînin ko kurdî bi van tîpan ji tîpên erebî xweştir dihêt xwendin û seh kirin\'\'. Paşê melê ji şagirtên we re got: \'\'Xortino ev tîpên ha ji me re ewlatir in. Çûnkî kurdî bi tîpên erebî xweş nahête xwendin. Jê pêve mirov dikare bi van tîpan hêsantir ezmanekî ewropayê fêr bibe. Çûnkî tîpên me û yên wan teşbîhî hev in\'\'.

Piştî ko dersa xwendina kurdî temam bû, melê ji şagirtan re bi kurdî tefsîra Quranê û hedîsên pexember jî dane zanîn..
Li dawiya dersê min dît ko şêx Mezher hate li nik me. Li destê wî de kitêba Tarîxa Kurd û Kurdistanê ya Emîn Zekî Begî hebû; li gel Hawarekê û hejmareke Ronahiyê. / Şêx Mezher apê mela Enwer e; şêxekî dînî û welatpewer e.

Şêx Mezher gote min: \'\'Ermexanî.. Herçî tîpên nû, Xwedê giyanê neviyên Bedir-Xan begî xweş bike. Min zehif hej xebata wan a nû kiriye, zêdebar bi tefsîra Quranê bi kurdî. Ev tefsîr hêjayî gelekî ye ji bo miletê kurd.. Ez gelek ilhahê dikim ko feqî zû zû fêrî van tîpên nû bibin da ko karibin di hejmarên Hawarê de, yên ko ji me re dihên, tefsîra Quranê xweş bixwînin\'\'
Min ji şêx re got: Şêxê min tu çawa holê xweş fêrî van tîpan bûyî? Şêx li min vegerand û got: Ermexanî, Xuda heye, ez di nav du heyvan de fêr bûme. Niho ez dikarim baş Hawarê bixwînim. Xudê emrê Mela Enwer dirêj bike. Ewî gelek zehmet bi min re bir. Xudê anehê bidet, ev tîp di nav kurdan de belav bibin da ko kurd bikarin bi ezmanê xwe binivîsin û bixwînin. Ez ji gundê Mela Enwer bi dilekî geş vegeriyam Amediyê).
Mebesta min ji vê gotarê ku şêx û ronakbîrên me yên herêma Badînan ji berî 71 salê ve, hewildanên wan yên aktiv di warê fêrkirina zimanê kurdî bi tîpên latînî hebû û kêmayî nekirine, belê roja îro çima, di vê rewşa xweş û teknelojiya ku berdest bûye, çima em wek wan nikarin alfabeya kurdî a latînî di nav xort û keçên xwe de belav bikin? Xwezî, di her hejmarek rojnameya WAR de du rûpel bi kurdiya latînî bihatina weşandin. Hezar rehma Xwedê li giyanê ronakbîrê kurd Mela Enwer û apê wî Şêx Mezher û M. Ermexanî bibare.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.