Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîranşehr/ 3 kolberên Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îraranê, hatin kuştin û birîndarkirin

16:54 - 14 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Du kolberên Kurd bi gulleyên raste rast ên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê, hatin kuştin û kolberekî din jî hat birîndarkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Çarşemî 10’ê Îlona 2014’an,hêzên Întizamî yên henga sînorî Sipaha Pîranşehrê, Kolberê Kurd, bi navê Êdrîs Îbrahîmî di cihek bi navê Melemar, nêzî Dolê Zewyane, xistin ber destdirêjiya gulleyan û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Kolberê han ku temen 35 salî û xelkê Konexan a ser bi Pîranşehrê bû, roja Pêncşemî 11’ê Îlona 2014’an, bi axê de weşart in.

Li gor raportan, birayekî Êdrîs yê bi navê Silêman her li wî sînorî, bi fîşekên hêzên Întizamî yên rejîmê birîndar bûye.

Herwisa Omer Sultanî kolberekî din e ku bi destê hêzên Întizamî yên Îranê , di devera tixûbên Pîranşehrê de hat kuştin.

Di heyamê wan çend rojên borî de, hemwelatiyekî Kurd yê bi navê Ramiyar Îbrahîmî xalkê gundê Bêjve a ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bûye û di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de li bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Di wê peywendiyê de, hemwelatiyekî Kurd bi navê Areş Xudamuradî xelkê Dewletabad a ser bi kirmanşanê di dema ajovaniya tirombêla xwe de, li nêzî gundê Zalub yê ser bi bajarê Rewanserê, kete ber gulleyên raste rast yên hêzên rejîma Îranê û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên agadar ragehandine: Hêzên rejîma Îranê, bi gumana girtina kelûpelên qaçax, gulleyên agir li ser wan hemwelatiyan de dibarînin.

Bi pişt girêdan bi serhejmarên kurdistanmedia, ji Havina Îsal de 29 hemwelatiyên Kurd di dever û riyên sînorên Kurdistana Îranê de, bi gulleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê, hatine kuştin û birîndarkirin.