Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarekî taybet bi 17’ê Îlonê ji aliyê komîteya PDKÎ di Danîmarkê de bi rêve çû

15:41 - 15 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Li berberê 26’ê Xermananê (17’ê Îlonê) roja şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalên wî û bi armanca bi bîr anîna şehîdên Mîkonûsê, komîteya Şîlend a PDKÎ di bajarê Kopênhagê de, simînarek lidar xist.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di êvara roja Şemî 13’ê Îlona 2014’an de, bi hinceta 17’ê Îlonê salvegera şehîdbûna Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, bi pişikdariya hejmarek ji nûnerên partî û aliyên siyasî li bajarê Kopênhag li welatê Danîmarkê, simînarek hat lidar xistin.

Rêûresim bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi xasmanî karesata Mîkonûsê dest pê kir.

Piştre Hetem Cehangîrî berpirsê komîteya Şîlendê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Danîmarkê peyamek pêşkeş kir.

Paşan Rehman Coşen helbestekî bi navê Ey rêber û piştre pexşanek ji aliyê Seîd Teharî ve hatin pêşkeşkirin.

Di birga din a simînarê de, helbestek ji aliyê Dara Mekarî ve hat xwendin.

Di pişka duyem a simînarê de basek li ser terora Mîkonûsê û dadgeha Mîkonûsê ji aliyê Rambod Lotfîpûr çalakvanê siyasî ve hat pêşkeşkirin.

Di birga din a simînarê de, amadebûyan bi pirsiyar û nerînên xwe simînara han bi dawî anîn.