Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gef zêde dibin\\ emê ji dertenga Huirmiz mifahê bistînin!

15:27 - 25 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Fermandeyê Hêzên Zemînî ên Erteşa rejîma Îranê gef xwar ku ger rewşek metirsîdar bihê pêş, emê ji gişt riyên givaşana ku yek ji wan dertenga Hurmiz e, mifahê bistînin.


Fermandeyên Sipaha Pasdaran jî hişyariya dijkiryarê li hember her êrîşekê da.
Ehmedriza Pordstan, Fermandeyê Hêza Întizamî ên rejîma Îranê, bi pêdagirî liser “tehrîmên nû” liser “meşa” rejîmê tesîr nake, tev nûçegihaniya “Îsna” got: “Li cihê ku tehrîm bertengiyan pêş bîne, riya pêşkevtinê xweş dikin”!!
Li gor malpera “Radyoferda”, piştî bêakamana got û bêjên navikî ên rejîma Îranê li gel girûpa 5+1 de lidor bernameya navikî a Îranê, çend fermandeyên bilind ên Sipaha Psdaran a rejîma Îranê, car din li hember egera her êrîşek Îsraîl yan Amerîkayê de hişyarî dan.
Husên Selamî, Cihgirê Giştî yê Fermandeyê Sipaghê, li gel kanala Du a Îranê gotiye: “Sipah dikare yekeyên nîzamî ên mezine behrî ên dujmin bike armanc û dikare bi mûşekên Balistîk gişt navendên çalak ên dujmin bi awayê sedîsed bikin armanc.
Emîrelî Hacîzade, Fermandeyê Hêza Esmanî yê Sipahê got:Herçend hebûna paygehên zêde di derdora Îranê de nehe û di destpêk de ew payîgeh bi gefek mezin liser Îranê dihatin dîtin, lê niha em netenê wan bi gef nizanin, belkî em wan paygehan bi derfet ji bo armancên nêzîk didin zanîn.
Mistefa Îzedî, Cihgirê Fermandeyê Gişt Qawetan di Navenda Giştî a Hêzên Çekdar ên rejîma Îranê de, di got û bêjekê de li gel nûçegihaniya “Fars” gef xwarin ku erîşa Îsraîlê bo ser axa Îranê dê bi jinavbirina Îsraîlê bihê bersivdan.
Li gor malpera “DW” Mistefa Îzedî bi pêdagirî liser “gef bi gefan” dihên bersivdan, gef ji Îsraîlê xwarin ku ger biçûktirîn kiryarek “neaqilane û ehmeqane” ji xwe nîşan bide, tev dijkiryara tund a rejîma Îranê ku “jinavbirina Îsraîlê” ye berbirû dibe.