Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê hemwelatiyekî Kurd yê Seqizî dane ber gulleyan

15:54 - 17 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamiya Îranê di bajarê Seqizê de, hemwelatiyekî kurd dane ber gulleyan û hewldan dest bi ser tirombêl û herwisa binçavkirina wî Kurdî ji alyê hêzên rejîmê ve, kiryara hemweltiyên kurd bi pey xwe tîne.

Li gor rapora Kurdistanmedia, demjimêr 4 êvara roja Duşemî 15’ê Îlona 2014’an, hêzên rejîma Îslamiya Îranê bi armanca binçavkirina hemwelatiyekî Kurd, li ser pira Şarek a bajarê Seqizê, tirombêla wî hemwelatiyê Kurd gulle baran kirin.

Piştî gulle reşandina hêzên rejîma Îranê li ser Kurdê bajarê Seqizê de, her 4 çerxên tirombêlê dipeqînin û gawa ku dexwazin wî bigrin, xelkê wî bajarî êrîşê dibin ser hêzên rejîmê û pêş wê kiryara hêzên rejîm digrin.

Rejîma Îslamiya ya Îranê qîma xwe bi Kuştina lawên Kurd li ser sînoran nayîne, di nawa bajaran de jî gullyan bi ser Kurdan de dibarîne.

Di wê peywendiyê de, li gor rapora peyamnêrê hundirê Îranê, Fetulla Zamaniyan serokê polîsê agahî yê hêzên Întizamî yên rejîma Îslasmiya Îranê ragehand: “em li ser tixûban bi awayeke raste rast kolberan didin e ber gulleyan.”

salane bi dehan kolberên Kurd di tixûbên Kurdistanê de û herwisa di nav riyan de bi sedema gulle reşandina hêzên rejîma Îranê ve, tên kuştin û birîndarkirin.
Bi piştgirêdan bi serhejmariya Kurdistanmedia, ji destpêka sala 1393’an a Rojî ve heya niha, 66 hemwelatiyên Kurd, di deverên sînor û di nava rêûbarên Kurdistana Rojhelat de, bi sedema gulle baran kirina hêzên rejîma Îslamiya Îranê, hatine kuştin û birîndar kirin.