Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nehmîn kolberê Kurd di heyamê Havîna evsal de hat kuştin

21:48 - 17 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê Urmiyê di xala tixûbên Îran û Tirkiyê de kete ber destrêja gulleyên rejêmê û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor raopora ajansa nûçegehaniya Kurdpa, Zahîr Serbazî kolberekî kurd yê xelkê Urmiyê ji alyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve kete ber guleyan hat kuştin.

Bi sedema qekirina hêzên rejîma Îranê di riya hatûçoya kolberan de, kolberkî din yê bi navê Mehdî hat birîndarkirin.

Di wê peywendiyê de şeva Çarşemî 10’ê Îlana 2014’an, hêzên Întizamî yên sînorê Sipaha Pasdaran di Pîranşehrêde, li cihek bi navê Milemar di nêzî Dolî Zewyane, karwanên kolberên Kurd xistin bin destdirêjiya gulleyan.

Di wê kiryarê de du kolberên kurd yên bi navên Îdrîs Îbrahîmî û Omer Sultanî hatin kuştin û kolberekî din bi navê Silêman Îbrahîmî, birîndar bû.

Di wê peywendiyê de serok polîsê agahî yê hêzên Întizamî yên rejîmê ragehand: “Em di ser sînoran bi awayekî raste rast kolberan didine ber gulleyan”.

salane bi dehan kolberên Kurd di tixûbên Kurdistanê de û herwisa di nav riyan de bi sedema gulle reşandina hêzên rejîma Îranê ve, tên kuştin û birîndarkirin.
Bi pişt girêdan bi serhejmariya kurdistanmedia, di sê mehên Havîna evsal de 25 kolber kitine ber dest dirêjiya hêzên rejîm ku 9 kes di wan kolberane de hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne.