Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hinceta 22’emîn salvegera terora Mîkonûsê li welatê Almanê çalakî hatinkirin

21:58 - 18 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Alamanê, bi anîna holê a arşîva terora Mîkonûsê, hemwelatiyên sê bajarên mezin ên Almanê ji terorîzma dewletî a rejîma Îslamî a Îranê û hûrbîniya terora Mîkonûsê hayîdar kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Çarşemî 17’ê Îlona 2014’an de, di 22’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî “Fetah Ebdulî, kak Humahûn Erdelan û Dr. Nûrî Dêhkurdî”de, komîteya PDKÎ li welatê Almanê çalakiyên teblîxî bi zimanê Almanî bi rêve birin.

Raporta han bas ji vê yekê dike ku li sê bajarên Hamburg, Birêmîn û Şitutgardê ji aliyê komîteya PDKÎ li welatê Almanê bi anîne gorê a arşîva terora Mîkonûsê, terorîzma dewletî a rejîma Îranê bi hevwelatiyên Almanî dane naskirin.

Bajarên ku li welatê Alamnê, ji aliyê Komîteya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê ve çalakiyên teblîxî hatine kirin bi wî awayê ye.

Hamburg

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hamburgê û li navendên sereke ên wî bajarî bi navê Kariştad û di çar cihan de, hevdem tevî endamên din yên PDKÎ li bajarê din ên Alamanê sedan pûsterên taybet bi bîr anîna 22’emîn salvegera şehîdên Mîkonûsê ku ji aliyê komîtê ve bi zimanê Almanî hatibû amadekirin, xistine ber dîda hemwelatiyên Almanî û bi cureke berfireh ew pûsterane di nav hevwelatiyan de hatin bilavkirin.

Birêmin

Li bajarê Birêmin kî endamên PDKÎ li ber deriyê Parlemana Berimînê û di meydana wî bajarê de, pûsterê taybet bi 26’ê Xemananê (17’ê Îlonê), salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî bilavkirin.

Her di wê pêwendiyê de, Şehriyar Neqşbendî berpirsê komîteya giştî a komîteya PDKÎ li Almanê, çû nav hola parlemanê û serbarê axavftin û bas ligel endamê parlemanê serheq bi terorîzma dewletî a rejîma Îranê û bi xasmanî terora Mîkonûsê, pûsterên taybet bi bîranîna şehîdên Birlînê di nav avahiyan de bilav kirin.

Bilavkirina pûsterên taybet bi 22’emîn salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û û hevalên wî ji aliyê xelkê Almanê ve bi germî hat pêşwazî kirin û bû ciha bilkişandin û têramanîna jê hat kirinm terorîsta rejîma Îslamî a Îranê û protesto bûna rejîma han ji aliyê dadgeha wî welatî ve. Dozgeriyek ku 4 salan kêşa û bi sûça terora selreterê giştî yê PDKÎ û hevalên wî ku bervara 17’Îlona 1992’an, karbidestên biêind ên rejîma Îslamî a Îranê hatim mehkûmkirin.

Şitutgard

Endamên PDKÎ li bajarê Şitutgardê li welatê Amalanêbi hinceta 17’ê Îlonl bi sedan pûsterên amade, bi ahrîkariya kurd 4 parê Kurdistanê di nav Kurdên rûniştî yên bajarê Şitutgardê û derdora wî bilav kirin.

9424.jpg
Pûstera hatî çêkirin ji aliyê komîteya PDKÎ ve bi hinceta 22’emîn salvegera terora Mîkonûsê