Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma dawî hatina gera hînbûna zimanê Kurdî di Merîwanê de bi rêve çû

13:56 - 20 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Gera hînkirina zimanê Kurdî di bajarê Merîwanê de bi alîkariya 3 navendên çandî û wêjeyî, birêve çû û di dawiyê de bi başdarên serkevtî yên wê gera hînbûnê xelat û bawername hatin pêşkêşkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, encomena çandî-hunerî ya Vejîn, encomena çandî – zanistî a Ronan û encomena çandî –wêjeyî ya Merîwanê 3 navend bûn ku bi pişikdariya daxazkaran, roleke girîng di bi rêveçûna gera zimanê Kurdî de hebûn.

Di rêûresma bi dawîhatina wê gera hînkirinê de ku roja Sêşemî 16’ê Îlona 2014’an, li hola kora çandî–hunerî ya Merîwanê de bi rêve çû, di destpêkê de peyama 3 ê navendên çandî-wêjeyî, ji alyê “Leyla Semedî”ve hat xwendin.

Piştre, Enver Revşen, yekek ji nivîskar û çalakên çandî di warên zimanê Kurdî de, çend daxwiyanek pêşkêş kir.

Di beşek din a wê koreyê de, peyam ji alyê Nasêh Baxîşî, nunerê encomena çandî – zanistî ya Ronan û çend daxwiyaniyên Muhemmed Kerîmî li ser serhejmariya xwendewanan û gera zimanê Kurdî, hatibû amadekirin.

Çend xeberdanek ji aliyê Şueyb Danîşpejû sebaret bi awayên hînkirinê û çend wêneyên vîdoyî li ser bi rêve çûna sinifên encomena çandî –hunerî ya Vejîn, piştre hatin bilavkirin.
Li gor rapora giheştî ji hola kora çandî–hunerî a Merîwanê, di dirêjeya wê rêûresmê de sirûdek bi navê “Xwedê weten avakey” ji alyê Sinûr Emanî û Nisar Birzûyî ve, hat pêşkêş kirin.

Herwisa çend parçe helbest ji aliyê Jîno Enverî û Hêmin Rehîmî ve hate xwendin.

Di navbera wê rêûresmê de, Dr. Hamid Konepoşî, Fehabd Raveş, Aram Fethî, Şeyda Basamî, Leyla Semedî, Şueyb Danişpejû, Nash Baxîşî û Xalid Yusifî, hatin xelat kirin.

Herwisa bi pişikdarên serkevtî yên wê gera hînkirinêa zimanê Kurdî, bawernameya qebûlbûnê di gerê de hat pêşkêş kirin.

Li gor çavkaniyeke agadar, navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê çendîn car û bi û çend awayên cur ba cur, pêşgîrî ji bi rêvebirina wan sinifane kirine lê bi hewla birêveberan , ev gera serkevtî bû.