Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdeşt piştî 25 salan kimyabaranê hêj goriyan dide

20:33 - 25 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Kimyabarana bajarê Serdeştê ji aliyê rejîma herifî a Beisa Îraqê ve ji xelkê wê deverê re xesarên zaf hebûne û niha û pêşerojê de jî ew xesar her didomin.
Bajarê Serdeştê yek ji wan bajarên sînorî ên parêzgeha Urmiyê bi heşîmetek 105 hezar kesî ye, di pêvajoya şerrê 8 salî yê navbera herdu rejîmên xwînmij, Komara Îslamî a Îranê û Beisa herifî a Îraqê de, ket ber êrîşên kimyayî ên rejhîma Beis û tevî goriyên ku wê demê sitandin, tesîrên wê piştî 25 salan jî her wa siroşt û xelkê wê derê tûşî xesarên berdewam dike. Di wê rewşê de bi gotina berpirsên Berevanî ji Mafên Birîndarên Kimyabarana Serdeştê û hin ji birîndaran, organ û navendên rejîmê netenê ji wan re alîkariyên hewce berhev nekirine, belkî liser riya berhevbûna maf û xwastên wan kospan pêk tînin.


Îhtimala hebûna bombeyên neteqî


Berwar 3’ê Tîrmeha 2011’an, bombeyek kimyayî a neteqî li bajarê Serdeştê hat dîtin û ji aliyê saziya pêşgirî ji çekên kimyayî ve hat pûçkirin.
Piştî vdîtina bombeya han, çavnihêriya hebûna bombeyên din jî dihê kirin, lê karbidestên rejîma Îranê di wê derheqê de xemsarî kirine û tu hewlek ji bo vedîtin û pûçkirina wan çekên metirsîdar nedane.
Hebûna bombeyên han metirsî bo ser jîngehê hene û bi tevlîhevbûna madeyên kimyayî li gel reh û rîşalên giya û axa derdor ji zîndewer û xelkê wê deverê re metirsiyek mezin pêkaniye.


Kimyayîbarana bajarê serdeştê hêşta goriyan distîne

Salane çendîn kes ji birîndarên kimyayî barana bajarê Serdeştê seba nebûna çavdêrên taybet, nebûna îmkanatên hewce, xemsariya berpirsên pêwendîdar ên rejîmê û ..., canê xwe ji dest didin.
Pêtirî 1600 kemendam û 8 hezar birîndarên kimyayîbarana Serdeştê di wî bajarî de hejmarek zaf a wan di nexweşxaneyan de ne, ji îmkanatên hewce bêbeş in.
Piştî 25 salan heya niha jî 85 ji sedî a birîndarên kimyayîbaranê nehatine naskirin.

Li gor amarên fermî ên saziya Netewên Yekbûyî, navên 5 hezar kes weke birîndar û kêmendam ên kimyaybarana Serdeştê hatine tomarkirin , lê rejîma Îranê hejmara han bi 8 hezar kes dide zanîn û tevî vê yekê, rejîma Îranê tenê piştevaniya xwe ji kimtir ji 1500 kesan di navnedên kêmendam û “Meha Sor” dike.
Pêtirî 10 salan e ku bi hewla xelkê bajarê Serderştê, sziyek nehikûmetî bi navê “Encumena Berevanî Ji Mafên Birîndarên Kimyabaranên Serdeştê pêkhatiye, ku tevî komkirina alîkariyên xelkê ji dermanên birîndar û kêmendamên kimyaybaranê, pirsa binpêkirina mafên wan di navendên hundir û navnetewî de dişopîne.
Rejîma Îranê pêşgirî li birêveçûna bîranîna kimyabarana Serdeştê dike
Kimtir ji çend rojan ji 27’ê Hezîranê salroja kimyabarana bajarê Serdeştê re maye, guman tê kirin ku îsal jî mîna salên derbasbûyî navendên pêwendîdar ên rejîma Îranê îzna rê û resmên bi wê boneyê ve nedin. Çimku heyamê çend salan e bi tundî pêşgirî ji birêveçûna rê û resmên biranîmna wê karesata mirovî dikin. Sala derbasbûyî heta îzna belavkirina daxuyaniyan jî nedabûn.
Îsal jî heya niha tu bersivek ji daxwaziya encumena Berevanî ji Goriyên Kimyabarana Bajarê Serdeştê di pêwendî li gel rê û resma bîranîna kimyabarana wî bajarî nehatye dayîn.