Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bi bilind nirxandina şehîdên Mîkonûsê li bajarê Waşîngtonê bi rêve çû.

16:45 - 20 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amrîkayê, bo bilind nirxandina bîr anîna şehîdên Mîkonûsê li bajarê Waşîngtonê rêûresmek bi rêve bir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 14’ê Îlona 2014’an, komîteya PDKÎ li bajarê Waşîngtonê li welatê Amrîkayê bi pişikdariya rûniştiyên wî bajarî û herwiha partî û aliyên siyasî û sivîl rêûresmek bi rêve bir.

Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên riya azadî û rizgarî û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Li pişka yekem a rêûresmê de “Roya Hekakiyan nivîskara pirtûka Qesra Fîroze” û herwiha “Areş Salih” berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amrîkayê bi hûrî karesata şehîd kirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî anî ber bas.

Di dawiya beşa yekem a rêûresmê de, amadebûyê merasimê çend pirsiyarek pêşkeş bi rêveberên panêlê kirin û ji aliyê Roya Hekakiyan û Areş Salih ve bersiva pirsiyana hat dayîn.

Di dirêjahiya rêûresmê de Wirya Ebdullahzade endamê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên kurdistana Îranê li Amrîkayê Islayd Şûyek li ser jiyana Dr. Şerefkendî pêşek kir.
Herwiha Rêbwar Selîmî endam pêşmergê kevnar yê PDKÎ û rûniştiyê welatê Amrîkayê mijarek liser Dr. Şerefkendî pêşleş kir.

Di beşek din a koryadê de Osman Palanî endamê Komîteya Amrîkayê a PDKÎ helbestek pêşkeş kir.

Partî û siyaziyên ku bi boneya 17’ê Îlonê peyama xwe bo rêûresmê rikiribûn, pêk atibûn ji:

- Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê liqa 7’a Amrîka û Kanada
- Komîteya rêxistina Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê li Amrîka
- Tevgera Goran
- Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
- Yeketiya Jinanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Amrîka
- Mafê mirovan a Kurd li Amrîkayê
- Pêşmergên kevnar yên Kurdistanê li Amrîka