Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 70 rojan binçav kirina hemwelatiyekî Kurd çarenivîsa wî ne kivşe

22:16 - 21 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Di 70 rojên borî de, hêzên Îdareya Îtilat a rejîma Îslamiya Îranê di bajarê Pîranşehrê de, hemwelatiyekî Kurd binçavan kirin û heya niha tu agahiyek di çarenivîsa wî nehatiye dayîn.

Li gor rapora Hêrana, Tîrmeha 2014’an, hêzên Îdareya Îtlata rejîmê hemwelatiyekî kurd ê bi navê Azad Erzen, xelkê Pîranşehrê, binçavkirin û bo cihekî nedyar veguhestin.

Li gor wê raportê, heya niha zêdeyî 70 roje ku li ser girtina hemwelatiyê han re derbaz dibe, lê tu zaniyariyek ji çarenivîsa wî bi dest nekevtiye.

Azad Erzen, di heyamê binçav kirinê heya niha, tu peywendiyeke telefonî ligel malbata xwe tu nebûye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ji sedemên binçavkirina wî kurdê bajarê Pîranşehrê, di kurdistana Rojhelat de, tu agahiyek bi dest neketiye.