Kurdistanmedia: Bi bîranîna 17’ê Îlonê û bi armanca rêz girtin ji şehîdên Mîkonûsê, komîteya giştî a PDKÎ li bajarê Turkû li welatê Fîlendê, simînarek lidar xistin.
Li gor rapora malpera Kuristanmedia, di roja Şemiyê 20’ê Îlona 2014’an de, bi hinceta 22’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, simînarek bi amadebûna endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û nûnerên part û aliyên siyasî û Kurdên rûniştî yên Fîlendê hat lidar xistin.
Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên riya azadî û rizgarî û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.
Paşan Fazil Gûlcanîpûr berpirsê komîteya PDKÎ li welatê Fîlendê, peyamek bi vê boneyê pêşkeş kir.
Piştre peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Hekîm Tahir ve hat pêşkeşkirin.
Peyama Yeketiya Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Şehîn Behmen Sultanî berpirsa Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat xwendin.
Piştre Ebdulla Hacî pexşanek pêşkeş kir û peyama Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji aliyê Cefer Mistefa Sultanî ve hat xwendin.
Di birga duyem a wê simînarê de besek li ser terora Mîkonûs bo çalakvanê siyasî “Rambod Lotfîpûr” hatibû terxankirin.
Simînar bi nerîn û pirsiyarên amadebûyan û bersivdana wan pirsiyarane ji aliyê korgêrê ve bi dawî hat.