Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Rejîma Îranê sebebkarê şerê DAÎŞ’ê li dijî Herêma Kurdistanê bû

19:28 - 23 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Weşana “Ne ji bo Îdamê” ser bi Komîteya navneteweyî ya li dijî îdamê di hejmara xwe ya çaremîn de hevpeyvînek li derheq rewşa niha ya Kurdistanê, di gel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ encam daye.

Deqa vê hevpeyvînê weha ye:

pirs: Li gorî zanyariyan DAÎŞ ji aliyê Amerîkayê ve ji bo parvekirina cardin ya Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Boçûna we di vê derheqê de çi ye?

Bersiv: Hekî ew yek rast be, ku Amerîka dixwaze Rojhiata Navîn cardin dabeş bike, wê demê DAÎŞ ku cinayetkar e nikare emrazek be ji bo vê armancê, ku rewşê ji bo parvekirinê li gorî dilê Amerîkayê xweş bike, bi taybet ku dijminê aştînexwaz ê Amerîkayê, û Rojava û Şîeyan in.

DAÎŞ her çawa ku ragehandine û di piratîkê de jî pêngavên bi bandor hilgirtine, ji bo xelafeta Îslamî-bi pênaseya ku wan ji Îslamê hene- di Rojhilata Navîn de ye, û di vê rastayê de heya niha kariye ku herêmeke berfireh pêkhatî ji çendîn parêzgehên Sunî akincî ên Îraqê di gel hinek ji herêmên Sûriyê bike yek, û niha bi berfirehtirkirina bazineya deshilata xwe di Îraq û Sûriyê de, di halê tekoşînê de ye, û hinek çalakî di Lubnanê de jî encam dane.

Ew form ji pêkanîna xelafeta Îslamiya radîkal, ku dijminê Amerîkayê ye, nikare di rastaya armancên Amerîkayê de bi armanca parvekirina du carî ya Rojhilata Navîn be.
Pirs: Amerîkayê êrîşên esmanî li dijî DAÎŞ’ê di Îraqê de dest pê kiriye, gelo ew yek dikare çi berjewendiyek ji bo Amerîkayê hebe. Piştperdeya wan bûyeran çi ye?
Bersiv: Êrîşên esmanî yên Amerîkayê bandoreke berçav di wergirtina herêmên ku li encama êrşên DAÎŞ’ê de ketibûn destê wan de, hebûye, û ew yek dikare ji bo Amerîkayê aliyê kêm ew berjewendî hebin:

-Di dema vegeriyana hêzên Amerîkayê ji Îraqê, piştî hiloşîna rejîma Sedam husên, Amerîkayê hez dikir ku hinek ji hêzên xwe di Îraqê de bi cih bihêle, lê hikûmeta Îraqê li jêr zexta Komara Îslamiya Îranê de, ew îzn neda Amerîkayiyan, lê niha hikûmeta Îraqê li gorî hewcehiyê, ew hizûra bi awayekî qebûl kiriye.

- DAÎŞ bû metirsiyek li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew Hikûmeta jî di warê forma xwe ya îdarî de, weke berfirehkirina azadiyê, ber bi hikûmeteke demokratîk ve diçe pêş, ku armancên hevpar ên zêde di gel Rojava, û bi taybetî Amerîkayê hene, lewra Amerîkayê bi van alîkariyên leşkerî, yek ji hikûmetên dost ên xwe ji metirsiya hiloşînê rizgar kiriye.

Amerîka di herêma otonom ya Kurdistanê de, xwediyê nawenda konsolxaneyên tîcarî û ...hwd ye, ku bi kiryarên xwe, ew ji metirsiya DAÎŞ rizgar kirin, û bi raya min ji vê giringtir ew e ku cardin hêz û şiyana siyasî û leşkeriya xwe di warê berevanî ji dostên xwe û bandora xwe ya di Rojhilata Navîn de bi kiryar selimand.
Pirs: Gelo bi raya we eva ducarîbûna dîrokê nine? Heman bûyera ku ji bo xelkê Îranê di sala 1979’an de rû da. Sê dehikên berî niha DAÎŞ’ek li ser Îranê de zal kirin, niha dixwazin senaryoyeke bi vî rengî di Sûriye û Îraqê de bi rêve bibin?

Bersiv: Bi raya min dema vê hatiye ku Îranî xwe ji destê “şik û gumana pîlanan” rizgar bikin, ku bi dehan salî ye bûye koltora vî xelkî, û her kiryarek ne bi dilê xwe bixin stûyê Amerîkayê û ...hwd.

Bi vê armancê ku bixwazin biselimînin ku ew bixwe ne tawanbar in, û bi vî awayî bi zanabûna xwe û bîrmendiya xwe şanaziyê bikin. Hekî piştî şoreşa sala 1979’an DAÎŞ’ek bi ser Îranê de zal bû, eva Îranî bixwe bûn ku hemû rewşên hizrî ji bo wan amade kirin, her ew bûn ku wêneyên Xumêynî di nav heyvê de didîtin, û niha nêzîkî 36 sala ye, ku tawana vê şaşiyê didin, û hêla jî ne diyar e ku heya çi demekê vê tawanê bidin, û piştî derbazbûna sê dehikan niha jî siyasetvan û rewşenbîrên nerazî ji rejîmê, di xema derbazbûyî de ne.

Li Îraqê binihêrin, piştî hiloşîna Sedam, Kurdan karî serbarê hemû kêşeyên li ser riya xwe, li ser wêraneyên welatê xwe hikûmeteke herêmî ya demokratîk ava bikin, û bikevin nav pêvajoya demokrasiyê, û di Îraqê de ku bûye dojeha xelkê wê, nan û kar û azadiyê bi dest bînin, di demekê de ku ser’erdê din yê Îraqê di nav agirê demargirjiyên tayifî, û nezanînê de dişewite.

Di encamê de DAÎŞ’ên Îran û Îraqê rewş ji bo zêdekirina bazineyea nifûza xwe amade dikin, lewra pêwîst e ku em li xwe binêrin û bizanin ku her çi me heye, baş yan xirap, afirandiyê hiş û zanîna me ye, ne ya aliyên din.
Pirs: Dawî guhertinên ku di Sûriye û Îraqê de rû dane çi bûne, û boçûna we li ser vê rewşê çiye?

Bersiv: Ji wan guherînkariyên Îraqê em dikarin qala pirsa DAÎŞ’ê bikin, ku serbarê vê ku hêzên pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi cangorîtiya rojane vê bellayê ji xwe dûr dikin, lê di cihên din ên xaka Îraqê de, berxwedaniyeke wisa di hemberî xwe de nabînin, lewra herêmên di bin deshilata xwe de berfire dikin. Li arteşa Îraqê de hesta nîştimanperwerî ji bo parastina nîştiman gihaye asta xwe ya herî kêm, û kesên ser bi arteşê, her yek ji wan girêdayî bi girûpeke eşîretî û mesebî ne, weke arteşeke yekgirtî û serûber nahên dîtin, lewra ez li ser vê baweriyê me ku fitneya DAÎŞ’ê bi van zûkatiya di Îraqê de bidawî nahê, herçend ku niha hemû çav li hikûmeta nû ne, ku biryar e serokwezîrê nû, wate Îbadî vê hikûmetê pêk bîne, û tu sedemek tuneye ku ev îmamzade jî mu’cizeyekê bike, lewa nabe em ji bîr bikin ku nifûza Îranê di Îraqê de astengiya herî mezin li ser nebûna aramiyê di vî welatî de ye, jiber ku berjewendiyên wî welatî bi şerê navxweyî, û pêkanîna ajawegêriyê di herêmê de, bi taybetî di welatên cîran de ser digre, û hekî di Îraqê de aramî hebe, û yekîtî çê be, eva Komara Îslamiya Îranê divêt mala xwe ji vî warî bar bike. Di Sûriyê de jî em dibînin ku rewş xiraptir e, û carê DAÎŞ di pêşveçûnê de ye.
Pirs: Piştî êrêşa DAÎŞ’ê bo ser Îraqê û dagîrkirina Mûsilê û herwisa paşvekêşeya arteşa Îraqê ji Mûsil û Kerkûkê, pêşmergeyên Kurdistanê karîn ku Kerkûkê bigrin jêr deshilata xwe, û sînorên wê biparêzin, ew bûyer bûne sedema vê ku gengeşeya li ser serxwebûna Kurdistanê di nav hêzên Mesûd Barzanî û Celal Talebanî de çê be. Rewş çiqas ji bo serxwebûna Kurdistanê amade ye, û xelkê çi bedîlek ji bo jiyaneke baştir hene? Helwesta we di vê derheqê de çi ye?

Bersiv: Eva nêzî bîst sala ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatiye, û vê hikûmetê her tim hewl daye ku li gorî yasaya bingehîn kêşeyên xwe di gel Bexdayê çareser bike, lê di tewahiya vê heyamê de hikûmeta Bexdayê karşikênî kiriye, û astengî li ser riya wan pêk anîne.

Di dawî kiryara bi vî rengî de, hikûmeta Îraqê bûdceya yasayî ya Herêma Kurdistanê di destpêka sala nû ya Zayînî de ragirtiye, û bi vî rengî kêşeyên zaf yên aborî û civakî ji bo Kurdistanê pêk aniye, her wek ku ez agehdar im, niha jî hekî heq û hiqûqên yasayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, berçav bêne girtin, û dewleta Bexdayê siyaseta nermbûnê li gel Kurdistanê bigre pêşiya xwe, wek ya ku li hemberî Erebên Sunî de niha girtiye pêşiya xwe, wê demê ew amade ne ku di çarçoveya Îraqê de bin.

Hekî Kurd daxwazkarê serbixweyiyê ne, eva riyeke ku Bexdayê di du dehikan de daniye pêşberî wan, lewra bi raya min hekî li ser heman nuqteyî bizivirin, Kurd li ser serbixweyiya xwe wê zêdetir pêdagiriyê bikin, gelo ew xwestek wê çawa ser bigre, eva behseke têr û tejî dixwaze.

Pirs: Piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAÎŞ’ê ve, şerê DAÎŞ’ê li gel Bexdayê bû, lê piştre DAÎŞ’ê eniya şerê xwe guherî, û bera êrîşên xwe da Kurdistanê, û li Şingal û Mexmûrê kuştareke bê rehmane encamê da, ew yek çima wisa lê hat?

Bersiv: Guherîna helwesta DAÎŞ û guherîna bereya şer, gellek kêşe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wisa tewahiya xelkê Kurdistanê pêk anî, lê di hemberî Kurdan de nekarîn ji vê rewşa pêşhatî bi başî mifahê bistînin, ji aliyekî ve bala cîhanê bi taybetî Rojavayiyan bo aliyê xwe rakêşan, û di vê biyavê de karîn ku gellek çekên pêşkevtî wergirin, û helwesta Kurdan û berxwedaniya wan ya di hemberî DAÎŞ’ê de bikin serhêla nûçeyên cîhanê.

Ji aliyekî din ve yekîtiya neteweyî ya bê mînak di navbera Kurdan li raserî cîhanê û li her çar parên Kurdistanê de pêk hat.

Bi awayekî ku hêzên çekdar ên hemû beşên Kurdistanê bi coşeke mezin ve, mil bi milê pêşmergeyên Kurd ên Îraqê di eniyên şer li dijî DAÎŞ’ê de beşdarî kirin, lê di derheqê êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Kurdistanê bi raya min Komara Îslamiya Îranê roleke bi bandor lîst, jiber ku Komara Îslamiya Îranê, bi sedan kesên xwe di nav hêzên DAÎŞ’ê de bi cî kiriye, ew kesên nifûzî, di guherîna êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Kurdistanê de, bi bandor bûne, û armanca wan ji vî karî cezakirina seranên herêmê bi taybetî Barzanî bû, ku weke serokê Herêmê zêde ji hemiyan pirsa serxwebûna Kurdistanê dianî pêş, û ji aliyekî din ve navbirî pêwendiyeke baş di gel Tirkiye û Rojav pêk aniye, lewra tu yek ji wan bi qazancê rejîma Îranê nînin, û bi taybetî ku ew rejîma gellek ji serxwebûna Kurdistanê ditirsiya, û em hemû dizanin ku seranên hikûmeta Îranê bi awayekî dijberiya xwe bi serxwebûna Kurdistanê re ragehandine, û yek ji cihgirên Wezareta Karûbarên Derve yê Îranê ragehand ku hekî Herêma Kurdistanê vê riyê bixwaze bidomîne, wê poşman bibe, ku ew yek bixwe gefxwarineke bi eşkere bû.
Pirs: Di Kurdistana Sûriyê de DAÎŞ’ê êrîşên berfireh dest pê kirine, û di bajarê Kobanê de pevçûna herî zêde di navbera DAÎŞ û xelkê kobanê de bûye, di heman demê de ew pevçûn di Şingalê de jî rû dane, û xelkekî zaf di van herêman de yan îdam kirin, yan jî di dema revînê de, ji birsîtiyê mirin, gelo pêwendiya van êrîşên bo ser Şingal û Kobanê çi bûye, gelo tu senaryoyek li piş vê pirsê ye?

Bersiv: Ji bo DAÎŞ’ê pirr giring e ku wan herêmên di bin deshilata xwe de, nêzî hevdu bike, û sînorên heyî rake û bi bê tu astengiyekê hatûçûyê bike, û dagîrkirina Mûsilê ew pilana DAÎŞ’ê pêk anî, û şerê wan yê li Kobanê û Şingalê rast di vê çarçoveyê de bû, û ji stratejiya leşkerî û berfirehkirina riyên pêwendiyê di navbera Kurdistana Sûriyê û Herêmên din de bû.

Beşeke din ya wan êrîşan jî ku girêdayî ye bi êrîşa li ser Şingalê, pêwendiya wê bi cîbicîkirina siyasetên Komara Îslamiya Îranê ve heye.

Pirs: Her wek ku hûn agehdar in, DAÎŞ’ê jinên Mesîhî û Îzedî weke xenîmetên şer bi xwe re birin, û niha wan difiroşin, hûn di vê derheqê de çi dibêjin?

Bersiv: Reftara hovane ya hêzên DAÎŞ’ê li dijî jin û zarokên xeynî Misilman ji aliyê me ve hate şermezarkirin. Me di daxûyaniyekê de wek Deftera Siyasî ya PDKÎ ew êrîş pirotesto kir.

Pirs: Xelk ji bo rizgarbûna ji destê DAÎŞ’ê, dibe çi bikin? Gelo bi êrîşa leşkerî ewê ji nav herin, yan jî kiryarên din hewce ne?

Bersiv: Êrîşên leşkerî ji bo lawazkirina wan hewce ne, lê têrê nake. Belkû di gel wan êrîşan dibe ku hikûmetên xelkî û demokratîk di Rojhilata Navîn de bêne avakirin, da ku DAÎŞ ya her hêzeke din ya li dijî xelkê, nekare ji rewşa ku di encama nerizayetiya xelkê û serkuta wan ji aliyê deshilatên serberedayî ve pêk tê, bi qazanca xwe mifahê wergirin.

Me dît ku bi sedema vê zext û zoriya ku xelkê Sunî di Îraqê de ji destê hikûmetên serberedayî dîtibûn, pêşwazî ji DAÎŞ’ê kirin, û xwastin bi vî rengî ji destê hikûmeta serberedayî ya Malikî rizgar bin.

Di rastî de em dibînin jiber ku di welatên Rojhilata Navîn de, aramî û azadî tuneye, girûpên weke wê û girûpên din ên terorîstî çalak dibin. Xelk hekî azad be, û di diyarîkirina qedera xwe de beşdar be, û welat yê hemiyan be, û xelk hemû xwe xwediyê vî welatî bizanin, wê demê ne tenê DAÎŞ nikare çalakiyan bike, belkû wê demê xelk bixwe, wê ji malên xwe berevaniyê bikin.

Pirs: Erka li ser milên civaka navneteweyî, li derheq vê rewşa ku niha di Îraq û Sûriyê de heye çiye, û divêt çi bikin?

Bersiv: Erka li ser milên civaka navneteweyî û bi taybetî Rojava eva ye ku hekî ne aramî di welatên Rojhilata Navîn de çê bûn, bi lez bi hawara hêzên demokrat de bên, û berî bihêzbûna van hêzan, bikarin wan ji nav bibin.

Hekî di Sûriyê de, Rojava di dema xwe de kar kiriba, ne Beşar Esed dikarî take hêza di qadê de be, û berdewamiyê bide kuştarê, û ne jî hêzên weke DAÎŞ û Komara Îslamî û hêzên din ên terorîstî dikarîn di vî welatî de bi hêz bibin, û li wir bo her tim bimînin.