Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek taybet bi 17’ê Îlonê di Nurvêjê de bi rêve çû

12:07 - 24 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a PDKÎ li welatê Nurvîjê, bi boneya salvegera terora Mîkonûsê, simînarek lidar xist.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 21’ê Îlona 2014’an, bi boneya 22’emîn salroja terora na mirovane ya rêberê şehîd Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, ji aliyê komîteya giştî a PDKÎ ya Nurvêjê, simînerek bo Hîva Ehmedî û Enver Kohensal di bajarê Uslo de pêk hat.

Simînar bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên riya azadî û rizgarî û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Di wê simînarê de, peyama komîteya giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Nurvêjê de, ji aliyê Seyîd Resûl Ehmedî ve hat pêşkêşkirin.

Piştre, Hîva Ehmedî wek korgerê yekem yê wê simînarê, peyvînek li ser kesayetî , jiyan û bîr û hizrên şehîd Dr.Şerefkendî pêşkêşkir.

Di dirêjahiya simînarê de peyama Yeketiya Jinan û Civanên Demokrat ên Kurdistana Îranê û komeleya kultura Kurd, ji aliyê Ebas Namî ve hat xandin.

Herwiha Enver Kohensal, wek korgerê duyem yê wê simînarê, gotinik li ser PDKÎ û meznatî û bihêzbûna Dr.Şerefkendî, pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Di dawî de, ji aliyê Ebdullah Hîcab û Muhemmed Mustefapûr ve, bi boneya destxwşî, rêzgêrtin li zehmetkêşan û westiyanê, xelateke sembolîk bi pêşkêşwanên koreyê hat dayîn.