Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê tehrîmên nifî li dijî rejîma Îranê birêve dibe

14:53 - 26 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê biryar sitandiye ku tehrîmên bernamedarêtî ên sala derbasbûyî li dijî rejîma Îranê bi taybetî tehrîmên niftê, di destpêka Tîrmehê de birêve bibe.


Li gor rapora malpera “Royterz”ê, pêştir hatibû gotin ku îmkana direngxistina tehrîmên niftî ên Ewropayê li dijî rejîma Îranê heye, lê rayedarên Yekîtiya Ewropayê roja Duşemî 25’ê Hezîrana 2012’an, ragihandin ku guhertinek di bernameya wan tehrîman de nahê pêş û bi xortî wê birêve herin.
Wîlyam Hîg, Wezîrê Derve yê Birîtanyayê, di civîna “Lokzamborg”ê de ji vê yekê zêde gef xwarin û got: Ger dan û sitandinên navikî li leg rejîma Îranê serkeftî nebûn, Yekîtiya Ewropayê dê tehrîmên li ser wê rejîmnê zêde bike.
Di civîna han a roja Duşemî de herweha biryar hat sitandin ku şirketên Ewropayî di destpêka Tîrmeha îsal de îzna dana bîmeyan bi tankerên niftî ên rejîma Îranê namîne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê