Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndar û destbiserkirina du kesan di êrîşek hêzên rejîmê de bo ser rewendên Çaldiranê

14:59 - 26 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Piştî êrîşa hêzên rejîma Îranê bo ser koçber û rewendên devera Çaldiranê bi armanca derxistina wan, keçek ciwan birîndar bû û kesek bitemen jî hat destbiserkirin û îşkencedan.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 24’ê Hezîrana 2012’an, hêzên naskirî bi “Heng Merzî” ên rejîma Îranê li devera Çaldirana a Parêzgeha Urmiyê, êrîş kirine ser koçberên cihgîr li zozanên “Rûçik” û reşmal û xîwetên wan hatine xistin û pezdarên wan ketine ber lêdan û bêhurmetiya wan hêzan.

1401.jpg


Li hember êrîşa han, koçberan dijberî nîşan dane ku di enccam de keçek 22 salî bi sedema kişandina guhara wê ji aliyê çekdarên rejêîmê ve, gukê wê birînar bûye û piştre bi lêdanê hestiyên laşê wê şikandine.
Herweha hêzên rejîmê di wê êrîşê de kesek temen 64 salî destbiser kirine û hovane xistine jêr îşkenceyan.

1402.jpg


Rejîma Îranê bi hêceta hebûna hêzên dijber di sînoran de û qutkirina pêwendiyên navbera sînoran, deverên sînorî ên Çaldiran û Makoyê ewlehî kirine.
Îsal koça zozaniyan heya 2 kîlometriya hêla sînorî hatine pêşgirî û dûrxistin, ku ligel nerazîtiya tund a zozaniyan berbirû bûne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê