Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Rojava Kandayê de rêûresma salvegera karesata Mîkonûsê bir rêve çû

20:27 - 24 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojava welatê Kanadayê, bo bîr anîna şehîdên Mîkonûsê rêûresmek bi rêve bir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 21’ê Îlona 2014’an, komîteya PDKÎ li Rojava Kanadayê bo bilind nirxandin û bîr anîna 22’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkenfî û hevalên wî rêûresmek taybet bi rêve bir.

Rêûresma han bi xwendina marşa neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi xamanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Di birga din a rêûresmê de peyama komîteya PDKÎ bi hinceta salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê Rehman Muradî ve hat pêşkeşkirin.

Piştre Hikmet Qulîzade, beşek ji gotinên bi nirx yên Dr. Sadiq Şerefkendî û helbestek pêşkeşê amadebûyan kir û paşan peyama hevxemiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji aliyê Hemîd Behramî ve hat xwendin.

Piştre Nasir Cîhanî û Îsmaîl Îbrahîmî çend basek bi wî hincetê pêşkeşê pişikdarên rêûresmê kirin. Paşan Mihyedîn Palanî çend axaftinek li ser xebat û tekoşîna Şerefkendî kir.

Di birga dawî a rêûresmê de Sitiyun Kalêro ji aliyê Heftenameya Mîlêtanit gotereke kurt pêşkeş kir û çend aliyeke siyasî û civakî a Kurdistanê çend peyamek di vê merasimê de xwandin.