Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê di devera Mirgewer a Urmiyê de wefat kir

21:02 - 24 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Mihemed Elî Zahêdî, babê şehîd Ebduselam Zahidî şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xelkê Hulistane a ser bi devera Mirgewer li bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di roja Duşemî 22’ê Îlona 2014’an de, Mihemed Elî Zahidî, bavê şehîd Ebduselam Zahidî xelkê Hulistane ya ser bi devera Mirgewer li bajarê Urmiyê di temen 80 saliyê de koça dawiyê kir.

Mihemed Elî Zahêdî di nav aporaya xelkê gundê Hulistane û cihê ji dayîk bûya xwe de hat definandin.

Şehîd Ebdulselam Zahidî bervara 11’ê Çiriya Pêşîna 1980’an di şerekî qehrimanane a pêşmergeyên Partiya Demokrat a kurdistana Îranê de li Urmiyê hat şehîdkirin.

Partiya Demokrat a kurdistana Îranê serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê Mihemed Elî Zahêdî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.