Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

21’ê Îlonê roja ku qet ji bo gelê Kurd aramî li pey xwe neanî

19:45 - 27 Îlon 2014

Arif Vêlzî

ramî, ewlehî û pêkvejiyan, sê têgeh in ku her ji demên kevnar ve gellek kes û aliyan, û nawend û rêkxirawên navdewletî hewla dabînkirina wan di sertaserî cîhanî de dane, û didin.

Encama wê jî ew e ku di gellek cih û herêmên cîhanê de ew hewlane serkevtî bûn, û rewreweya jiyanê li jêr siya aramî û ewlehî û pêkvejiyanê de, bi başî riya xwe dipîve, lê mixabin di gellek ciyan de, hêla jî hewlên wan bê encam in û hêla jî ew sê têgeh kêmreng yan jî ne xûya ne.

Her di vê rastayê de bû ku NY, di meha Septambera sala 1982’an de, roja 21’ê Septamberê weke roja cîhanî ya aştiyê diyarî kir, û ji wê demê şûnda em dibînin ku ji bo rêzgirtin ji vê rojê her sal kombûnên curbicur di her cihekî cîhanê de pêk tên, da ku giringiya wê rojê û têgeha aştiyê ji bo hemû aliyekî eşkere be.

Lê mixabin îsal jî, û di bereberê rojeke bi vî awayî de em dibînin ku di gellek welatên cîhanê de bi sedema kêşeyên navxweyî û destêwerdanên derekî, şer û pevçûn û alozî, jiyana rojane ya xelkê têk daye.

Bo mînak destêwerdanên komara Îslamiya Îranê di nava karûbarên navxweyî ên welatên wek Lubnan, Yemen, Sûriye, Felestîn, Îraq û ...hwd, aramî ewlehî û pêkvejiyana di Rojhilata Navîn de bi tewahî aloz kiriye û têk biriye, û bûye sedema vê ku rojane bi sedan kes ji xelkê bê tawan ên wan welatan bibin goriyê siyasetên Komara Îslamiya Îranê. Eva di demekê de ye ku li rex wan destêwerdanan de, geşepêdana bernameya navikî jî bi gefeke micid bo ser aştiya giştî ya cîhanê tê hesibandin, û cihê nîgeraniya civaka navdewletî ye.

Destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê ku zêdetir bi piştevaniya hemû aliyane ya hikûmetên dîktator û girûpên tundrew û binajoxwaz xwe derxistiye, bûye sedema vê ku di gellek cihan pirensîpên aştî û pêkvejiyanê bêne binpêkirin, û şer û pevçûn bi ser aştî û danûstandinan de zal be, û di encamê de awareyî û derbiderî û kuşt û kuştara wan hemû jin û zarokan lê bikeve, ku rojane em ji dezgehên ragehandinê dibînin û dibihîsin.

Hekî bê û zêdetir ji mijara binajoxwaziyê û têkdana pêkvejiyanê û aloziyên herêmê hûr bin, mînaka herî berçav gefa Dewleta Îslamî ya li Îraq û Şam naskirî bi DAÎŞ’ê ye bo ser Îraqê bi giştî û bi taybetî di Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojava, ku di vir de jî dûr nine ku destê Komara Îslamî di rêkxistina vê girûpê de, ji bo karê terorîstî û têkderane hebe, bi taybetî ji bo veşartina kêşeyên navxweyî û derek ên xwe, û hevalbendên xwe di Bexda û Şamê de.

Di vê êrîşa DAÎŞ’ê de, ku di herêmekê bi dirêjahiya zêdetir ji 1000 kîlometrî de, bo ser xaka Kurdistanê bi rêve çû, bi sedan hezar hemwelatiyên Kurdistanî û bi taybetî Kurdên Êzidî, Kakeyî, Kiristiyanî, Şîe, Sunî û heya Turkemen jî bi awayên herî hovane kirine armanc.

DAÎŞ ku wek dijminê demokrasî û azadî û bi giştî gelan tê hejmartin, piştî êrîşa xwe ya bo ser Herêma Kurdistanê û dagîrkirina beşek ji xaka wê, me dît ku bi sedan mêr û jin û zarokên Êzidî ser birîn, û bi sedan hezar kes ji wan komkuj, û ji xaka bav û bapîrên wan aware kir, û bi dehan biryarên ne mirovane derkirin ku têde, peyrewên olên curbicur bi giştî û bi taybetî xûşk û birayên Êzidî ketin ber tundûtîjiyên herî hovane. Biryarên weke firotina jinên Êzidî û sinetkirina keçan û qedexekirina dîtina televîzyonê û çûna bo derveyî mal bi tenê ya jinan, û bi dehan biryarên din ku cihê heyrîmana her mirovekî îroyî ne.

DAÎŞ piştî dagîrkirina beşek ji xaka Herêma Kurdistanê, cuda ji vê ku li dijî her cure azadî û pêkvejiyanekê ye, selimand ku li dijî dîroka gelane jî, jiber ku bi panahiya xaka dagîrkirî ya Kurdistanê, her wek deshilata Talban li Efxanistanê dest bi teqandin û jinavbirina mizgewt û cihên pîroz ê birayên Êzidî û kakeyî û Kiristiyanî û Şîe û Sunî kir, ku ji bilî pîroziya cihên wan ên olî, xwediyê dîrokeke dûr û dirêj ya nîştimana Kurdan in.

Lê ya ku giring û cihê jêhûrbûnê ye, ew e ku DAŞÎ ji bilî vê ku têkderê aramiyê û tenahiyê ye di deverê û di Herêma Kurdistanê de bi taybetî, metirsiyeke mezin e jî ku tê pêşbînîkirin ku hekî serkevtinê bi dest bixe, eva wê aramî û tenahiyê di hemû cîhanê de bixe ber gef û metirsiyan.

Di hember de ya cihê dilxweşiyê bûye, eva ye ku ji aliyekî ve bi dirêjahiya xaka sînorên Herêma Kurdistanê di hemberî DAÎŞ’ê de, pêşmergeyên Kurdistanê rêgir bûne ji pêşrewiya zêdetir ya vê hêzê, û ji aliyekî din ve, hem giringiya xaka Kurdistanê û siyaseta cîhan pesenda Kurd di vê para xaka kurdistanê de, û hem jî hest bi berpirsayetîkirina civaka cîhanî li hemberî gefên DAÎŞ û li serveyî hemiyan welatên Amerîka, Feranse, Îtaliya û çend welatên din, bûne sedema vê ku di eniyên şer di gel binajioxwaziya Îslama siyasî, û bi piştevaniya esmanî û çekên pêşkevtî û alîkariyên hemû aliyane yên Rojava, hêza pêşmerge berbirûyê hêza tarîperest ya DAÎŞ’ê bibe, û roj bi roj paşekêşeyeke zêdetir pê bike, û em hêvîdar in ku eva dawî henaseya vê hêza dijî Kurd be, û ji bo hertim navê wê di rûpelên reş ên dîrokê de bimîne.