Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selîm Seyad

19:55 - 27 Îlon 2014

H: Arif Vêlzî

Birêz Selîm Seyad kurê Kerîmxan, sala 1943(1322’an) li gundê “Yêkşeve” ya ser bi bajarê Bokanê, di malbateke şoreşvan, rewşenbîr û hunerdost de tê dinê.

selîm Seyad nasyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman û dibêje: “Di Dema avabûna Komara Kurdistanê de ez 3 salî bûm. Di vî temenî de rast e mirov zarok e û gellek tişt nahên bîra mirov, lê hinek bûyer weke xewnekê tên bîra min.

Di serdema Komara Kurdistanê de Yekîtiya Lawan di gundê me wate Yêkşevê de bû, kogeha çek û teqemeniyên Komara Kurdistanê jî li gundê me bû, û çek didan endamên lawan û rojane perwerdeya leşkirî didane wan.

Eva despêka nasyariya min bi PDKÎ re bû, lê sedema sereke ya baş nasîna min ev e ku piştî herifîna Komara Kurdistanê, 11 kesên ser bi hoza Feyzolla Begî ku hemû fermande û karbidestên Komaranê bûn, li bajarê seqizê û mamê min bi navê “Elî Begê Şêrzad” fermandeyê hêza Bokanê di serdema Komara Kurdistanê li bajarê Bokanê, hatin darvekirin. Piştî vê bûyerê hertim dîvexana me cihê kombûna xelkê Kurd û şoreşgêran bû, û basa Komara Kurdistanê û şehîdên Komarê dikirin, bi vî awayî min PDKÎ bi başî nas kir”.

Selîm Seyad tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re weha tîne ziman û dibêje: “Sala 1969(1348’an) ez birêveberê şirketa Muxabirat a bajarê Bokanê bûm, piştî heyamekê her bi vê berpirsatiyê ve ez şandim bajarê Nexedê.

Li bajarê nexedê têkiliyên min tevî çend kesên weke Seîd kwêstanî û mela Sadiq Pîşnemaz û Ebdulkerîm Paksirişt û ...hwd çêbû, ku hemû bi awayê fermî endamê PDKÎ bûn û bi sedema karên siyasî û endametiya di PDKÎ de, hatibûn zîndanîkirin. Rast e malbata min malbatek hizbî û şoreşvan bûn, lê têkiliya tevî wan kesan pitir ez tevî siyaset û bername û pirogramên PDKÎ nasyar kirim”.

Selîm Seyad roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Sala 1979(1358’an) ez birêveberê Muxabirata bajarê Nexedê bûm, ez haydar kirim ku wê mîtînga bajarê Nexedê bê lidarxistin, min karûbarên mîtîngê rêk xistin, û mêhvanên dûr û nêzîk gazî kirin.

Mixabin mîtîng têk çû û ez vegeriyam mal, cîranek me hebû ku min dizanî ew jî endamê PDK Îranê ye, navbirî hat û got kesek di mala min de ye ku dixwaze te bibîne û karek wî heye, gereke tu jêre cîbicî bikî.

Ez çûm mala navbirî û min dît kesek rûniştibû, min silav kir û li kêleka wî rûniştim, xwediyê malê got wisa dixûye ku tu mêhvanê min nas nekî, min jî got mixabin heya niha di xizmeta wî de nebûme, xwediyê malê got mêhvanê min Dr. Qasimlo ye, wî çaxî ez rabûm û min Dr. Qasimlo ramûsî, û daxwaza lêborînê jê kir.

Dr. Qasimlo got ez dixwazim bi her awayekî be tevî Deftera Siyasî ya partiyê li bajarê Mihabadê peywendiyekê bigirim û eva jî jimare telefûna defterê ye, min bilez û piştî çend xulekan peywendî girt û Dr. Qasimlo peyama xwe da, û piştî vexwarina çayekê spasiya xwe derbirî û çû.

Eva roja herî xweş û hinek nexweş a jiyana min bû. Nexweşî ji ber vê yekê bû ku Mîtînga Nexedê tevî aloziyê berbirû bû, û encama wê jî bûye şer, lê xweşiya wê di vê yekê de bû ku bo cara yekemîn min ji nêzîk ve Dr. Qasimlo dît, û min karek weha girîng jêre cîbicî kir”.

Selîm Seyad roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Sala1989(1368’an) karê min yê hizbî li bajarê Hewlêrê bû, roja Înê bona karê hizbî vegeriyam binkeya Deftera Siyasî li Qndîl, dema çûm nav baregeh û meqerên partiya me, ez heyirîm! tu kes diyar nebû û bêdengiyê dest bi ser dinyayê de girtibû, piştre çûme odeya kadrên Tedarokatê û min dît ku hemû mat û xembar û bêdeng in, min pirsyar kir gelo çi qewmiye ku hûn wusa mat û xemgîn in? Gotin çima tu nizanî? Min got ne! Çi qewmî ye? Gotin Dr. Qasimlo şehîd kirin, dema min bihîst bawer bikin, rewşa min pirr xirap bû, weke vê ku sekteya mêjiyê li min dabe, min haj xwe nema heya çend xulekan, û dema av dane min, cardin ez hatim ser hişê xwe.

Bawer bikin hekî hemû xizm û kesên min bi hevre ji nav çûbana, ez bi vî qasî dilgiran û aciz nedibûm, eva roja herî nexweş a jiyana min e ku tu caran ji bîra min naçe”.

Selîm Seyad derheq jiyana xwe ya hevpar jî dibêje: “Min sala 1966(1345’an) her li gundê Yekşevê piştî 7 şev û 7 roj govend û dîlana berdewam bi Dihol û Zirneyê, tevî keça mamê xwe bi navê Amîn Şêrzad jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me ji, keçek û du kur in”.

Selîm Seyad temen û ezmûna pêşmergatiya xwe dike peyamek û bi vî awayî ji xelkê Kurdistanê re dişîne: “Min hêvî dixwast ku temenê min bi awayekî ba ku min karîba, her di despêka şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistana Rojhilatê de bi rêberiya PDKÎ, pêşmergê vê partiyê bam, jiber ku bi qasekê şanaziyê bi pêşmergatiya xwe dikim, şanaziyê bi tu tiştek din nakim. Lewra hêvî dikim ku şanaziya han bibe nisîbê her kesekî”.

Selîm Seyad bi vê hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Piştî wan hemû salên ku min temenê xwe di nava refên PDKÎ de derbaz kir, take hêviya min rizgariya Kurdistanê ye, jiber ku PDKÎ hemû tiştek daye min”.