Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ beşdarî li konferansa “Mafê biryardan di sedeya bîstan de” di parlemana Ewropa de kir

19:23 - 29 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Roja Pênçşemî 26’ê Îlona 2014’an Cemîl Fethî, nûnerê PDKÎ li welatê Biljîkê, li konferansa “Mafê biryardan di sedeya bîstan de” di parlemana Ewropa de pişikdarî kir.

Li gor rapora Kurdistanmdia, konferansa “Mafê biryardan di sedeya bîstan de” ji aliyê saziya Neteweyên bêdewlet (UNPO) û firaksiyona “Yeketiya Azadî a Ewropa” ya ser bi parlemana Ewropa û “Sentera Mawrîs Kopîters” ve hatibû lidarxistin û li parlemana Ewropa li bajarê Birûksêlê bi rêve çû.

Di vê konferansê de çendîn endam parlemanê Ewropa, mamostayê zanîngehê û çalakvanê siyasî û sivîl, beşdar bûn.

Nûnerê Rêxistina netewên bê dewlet (UNPO) basek li ser çawaniya bi rêve birina wê rêxistinê û pêwendî girtin tevî derdorê kir. Piştre basek din ji aliyê kesayetiyên nav panêlê de li mafê biryardan, ji çareya xwenivîsîn hat kirin.

11008.jpg


Di nav vê konferansê de çendîn kesayetiyên cur ba cur ên siyasî û sivîl li çendîn basên pêwendîdar bi rêxistina neteweyên bêdewlet hat kirin

Piştî konferansê, Cemîl Fethî nûnerê PDKÎ tevî Mark Di Mêsemakir endam parlemanê Ewropa û endamê komîsyona karûbarê derve yê Yeketiya Ewropa û herwiha endam di kosyona mafê mirov a parlemana Ewropa hevdîtin kir.

Di dawiyê de bas ji mafê çareya xwenivîsî a gelê Kurd li Kurdistana Îranê û herwiha rewşa nebaş a mafê mirov di Îranê û bi xasmanî Kurdistanê de hat kirin.