Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ serdana sekretaryaya pêwendiyên navneteweyî ên Partiya Sosyal Demokrat a Otrîşê kir

20:23 - 1 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiy Demokrat a Kurdistana Îranê li sekretaryaya pêwendiyên navneteweyî ên Partiya Sosyal Demokrat a Otrîşê tevî berpirsên giştî ên wî pişkê civînek lidar xist.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 30’ê Îlona 2014’an, Hîwa Behramî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê serdana sekretaryaya pêwendiyên navneteweyî ên Partiya Sosyal Demokrat a Otrîşê kir û ligel Karil Sufêk berpirsê giştî yê pêwendiyên navneteweyî a wî partiyê û du şêwirmendên siyasî ên wî partiyê hevdîtin lidar xistin.

11028.jpg
Hîwa Behramî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê


Hîwa Behramî baseke giştî li ser devera Rojehelata Navîn kir û êrîşên DAÎŞ ku bûye sedema aloziya deverê û koçberkirina xelkên bê guneh, û êrîşa DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê û desttêwerdana rejîma Îslamî a Îranê li Îraqê û Sûriyê de ku rewşa wan deverane bi qazanca xwe bi dawî tîne, kir.

Nûnerê PDKÎ li derheq rewşa Kurdistana Îranê, basek li ser siyaseta rejîma Îslamî a Îranê li Kurdistana Rojhelatê û tepesekirina gelên Îranê û bi xasmanî gelê Kurd di Kurdistanê de anî ziman , herwiha amaje bi vê yekê kir ku bervajî ewê ku aliyên siyasî yên Rojava bi hatina Rûhanî bo serkomariya Îranê bi pozotîv dizanîn, lê tu cure guherînek bi ser Kurdistanê û cihên din yên Îranê nekarî bîne.

Di pêwendî ligel helwêsata PDKÎ, Hîwa Behramî amaje bi vê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi du sedemên sereke beşdariya şerê dijî DAÎŞ bûye û hertim amadeye di wê pêxemê de pigawan bihawêje.
Yekem, PDKÎ weke partiyeke neteweyî bi erkê ser milê xwe dizane ku berewanî ji axa Kurdistanê bike û eger bikeve ber êrîşên hêzên biyanî.

Duyem, PDKÎ wek xwedî helwêst û azadîxwaz û demokrat herdem xwe bi beşek di bereya navneteweyê a dij bi terorê de dîtiye.