Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê Yekîtiya Jinan di civîna jinên Enternasyonala Sosyalîst de

22:38 - 26 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Civîna jinên Enternasyonala Sosyalîst li “Istenbol”a Turkiyê birêve çû û nûnerê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurditana Îranê tê de beşdarî kir.


Li gor nûrçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 24’ê Hezîrana 2012’an, civîna jinên Enternasyonala Sosyalîst li Istenbolê birêveçû û di civîna han de rolê jinan di piroseya aşitî û çareserkirina pirsgirêkên ser riya diyalog û got û bêjan, basên sereke ên civînê bûn.

1412.jpg


Civîna han vê carê ji aliyê Yekîtiya Jinên Partiya Aşitî û Demokrasiyê “BDP” hat mêvandarîkirin û “Perwane Heyderî” Berpirsa Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kuridistana Îranê li Dervey Welat di civîna han de beşdar bû, navbiriyê çend gotinek li ser pirsên jinên netewên weke Kurd, Turk, Ereb, Belûç û Turkmen ên Îranê pêşkêşî beşdarên civînê kir.
Civîna han bi beşdariya nûnerên jinên 28 welatên 4 parzemînên cihanê hat lidarxistin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê