Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê şerr giran dibe\\Beşar Esed: Gerek em di wî şerî de serbikevin

13:49 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Beşar Esed di rê û resma sûndxwarina kabîneya nû a hikûmeta xwe de ragihand ku Sûriyê di rewşa şerr de ye û gerek em di wî şerî de serbikevin.


Beşar Esed welatên ku daxwaza devberdana wî ji desthilatê dikin rexne kirin û got ku Rojava tu caran riha lêborînê tune bûye. Navbirî herweha amaje kir ku “em xwazyarên pêwedniyên baş li gel gişt welatan in, lê gerek em berjewendiya xwe jî li berçav bigrin.
Gotinîn Beşar Esed di demekê de bûn ku şerr û pevçûn di deverên cuda cuda ên Sûriyê bi taybetî Şamê de berdewam bû û hin çavkanî bas li girantirîn şerr di heyamê serhildana xelkê Sûriyê de bûye.
Şerr û pevçûnên han duh Sêşemî berwar 26’ê Hezîranê bûne, her du alî bas ji kuştina dehan kes ji her du aliyan dikin.
Televîzyona dewletî a Sûriyê ragihandiye ku di pevçûnên roja Sêşemiyê de dehan “terorîst” hatine kuştin û hejmarek jî destbiser bûne.
Giropa Çavdêrî ji Mafên Mirovan di Sûriyê de dibêje roja Sêşemî 10 kes seba bombebarana hewayî û nêzîk 58 kes jî di pevçûnan de hatimne kuştin.
Ji awan kuştiyan 24 kes nîzamî bûne.
Ramî Ebdullrehman Serokê navenda han dibêje ku eva bo cara yekemîn e Erteşa Sûriyê nêzîkatiyên Şamê bombebaran dike.
Navbirî herweha gotiye ku şerr û pevçûnên roja derbasbûyî girîngiyên taybet hene, jiber ku girantirîn şerr di heyamê serhildana xelkê Sûriyê de li Paytextê Sûriyê de bûye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê