Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya kesayetiyekî xweşnav di Urmiyê de

14:00 - 4 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Kesayetiyek binav û deng yê bajarê Urmiyê bi navê Mamosta Mela Îsmaîl Tahirî bi sedema nexweşiyê, çû ber dilovaniya Xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Mamosta Mela Îsmaîl, xelkê gundê Mirava ya Seîdan, roja Sêşemî 30’ê Îlona 2014’an, bi sedema pîrî û nexweşiyê di temenê 74 saliyê de, li gundê Rajana Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

11043.jpg
Mamosta Mela Îsmaîl


Navbirî nêzî bi 40 sala li gundê ji dayîkbûyê xwe ( Mirava Seîdan) Mela bûye û 15 salan jî melayê gundê Geznekêş ê ser bi devera Barandêzê ya bajarê Urmiyê bûye.

kesayetiyê han di dema ku pêşmergeyên PDKÎ li deverê de bûne, xizmeteke mezin bi pêşmergeyan kiriye û hertim PDKÎ bi partiyeke neteweyî bîr kiriye û ev Partiye bi partiya dayîka kurdan bi nav dikir.

Zanayê olî mela Îsmaîl hertim ciwan û xelkê derdora xwe han dida ku riya rast hilbijêrin û hertim xizmet bi gelê Kurd bikin.

Her wisa Mela Îsmaîl li ser daxwaza PDKÎ, di heyamê êrişa Sedam Husên li ser Barzaniyan, di devera Sîlwana ya Urmiyê, wan Kurdan re alîkarî kom dikir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karên Mela Îsmaîl Tahrî dike û xwe di xem û kovana wan de pişikdar û bi şirîk dizane.