Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hêzên xwe li deverên sînorî ên Urmiyê cihgîr kiriye

15:10 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li deverên sînorî ên Urmiyê bibê tu sedemek diyarîkirî bi mebesta pêkanîna hêrs û wehşetê, hêzek zêde a nîzamî cihgîr kiriye.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, rejîma Îranê di wan çend rojên dawî de li deverên sînorî û bi taybet li devera “Tergewer” û “Soma û Biradost” hêzên xwe cihgîr kiriye û top û alavên cur bi cur ên şerr li hin paygehên nîzamî cihgîr kiriye.
Rejîma Îranê li devera Mako û Çaldiranê bi hêceta hebûna girûpên siyasî û qutkirina pêwendiyên akinciyên her du aliyên sînor, rewşa ewlehiyê ragihandiye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê