Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derheq şehîdbûna pêşmergeyekî PDKÎ, Komîsyona Siyasî-Nizmî ya PDKÎ daxûyaniyel bilav kir

15:01 - 7 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komîsyona Siyasî-Nizmî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peywendî ligel bilav kirina nûçeyeke ne serast û armancdar ji aliyê malpera “Wuşe”ve, derheq qewimîna bûyerek li yek ji bargehên PDKÎ’di Koyê de, daxûyaniyek bilav kir.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:

Demijmêr 9: 20 deyqeyên şevê ya roja 4’ê Çiriya Pêşîna 2014’ an, di nêzîk bargehekî PDKÎ, piştî dengê çend gulleyan, demeke nêz de tîpek ji pêşmergeyên PDKÎ’ xwe digehînin ciyê bûyerê.

Bi gihîştina tîma han, derdikeve ku mixabin pêşmergeyekî PDKÎ’ bi navê “Yzdan Hemîdnijad” kurê Nerîman xelkê bajarê Îslmabada ser bi parêzgeha Kirmanşanê, gulleyek jê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Piştre, di demeke nêz de lêkolîn ji aliyê PDKÎ’ û polîsên ewlehî yên bajarê Koyê di cihê qewimîna bûyerê de, dest pê kiriye.

Di vê peywendiyê de cihê xemê ye malpera “Wuşe” bi bê pirskirin ji PDKÎ û hayîdarbûn ji çawaniya bûyerê, bi weşana nûçeyên nesrast û armancdar ku partiya Demokrat a Kurdistana Îranê wan nûçeyan bi giştî pişrtrasrt nake.

Normale ku bi encam gihîştina lêkolînên dezgehên peywendîdar, raya giştî hayîdar bike.

Komîsyona Siyasî-Nizamî
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
5’ê Çirya Pêşîna 2014’an a Zayînî
13’ê Rezbera 1393’an a Rojî