Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Kar a Norvêjê, simînarek hevpar li ser pirsa gelên Îranê bi rêve birin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemiyê 4’ê Çiriya Pêşîna 2014’an, Partiya Kar a Norvêjê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, simînarek hevpar li ser pêvajoya neteweyên Îranê li bajarê Osloya paytextê welatê Norvêjê lidarxistin.
Di destpêkê de simînarê de Marît Nîbak, cêgira serokê parlemana Norvêjê û endama rêberê Partiya Kar a wî welatî serbarê bixêr hatina mêhvanan û amadebûyan, baseke kurt li ser girîngiya pirsa gelan di Îranê de bo Partiya Kar anî ber bas.
Piştre Luqman Ehmedî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê pêwendiyên dereveyî welat a wî partiyê, basek li ser rewşa niha ya neteweyên tepesekirî ên Îranê pêşkeş kir û herwiha xwendina PDKÎ derheq bi rola erênî a rejîma Îranê li deverê û cîhanê xiste ber bas.
Piştî ewê ku Ehmedî axaftina xwe pêşkeş kir, Nasir Buledeyî ji aliyê Partiya xelkê Belûçistanê ve basek li ser rewşa Belûçan û nerîna partiya wî li ser pêşeroja Îranê pêşkeş kir.
Di dawiya simînarê de, Xanima Marî Vêst, berpirsa pêwendiyên dereveyî welat a Partiya Kar a Norvêjê basek li ser karê pêwendiyên dereveyî welat ya Partiya Kar kir û di wê pêwendiyê de halîkariya Partiya Kar a Norvêjê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bilind nirxand û got: Partiya Kar tevî PDKÎ him di rêxistina Pirogirêsîv Alaiyans û him li Intirnasiyonal a Sosyalîst û bi awayeke du gûlî alîkarî kirin di pêşreojê de halîkarê hev dikin.