Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Şehîd: Dilgiraniya NY ji rewşa mafên mirova li Îranê zêde bûye

20:35 - 7 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Raporta heftimîn ya Ehmed Şehîd, derheq bi rewşa xirab ya mafên mirov di Îranê de û darvekirina 852 kesan piştî bi deselat gihiştina Rûhanî hate bilav kirin.

Raporta heftemîn ya Ehmed Şehîd, raportêrê taybet yê NY di karûbarên mafê mirov di Îranê de, di 28 rûpelan de, seba 69’emîn civîna giştî ya NY di meha Çiriya pêşîn de hat bilav kirin.

Li gor wê raportê, pirsên cur bi cur yên mafên mirov li Îranê ku civaka giştî ya Neteweyên Yekbûyî, endamên mafê mirov yên NY û Sekreterê giştî yê wê saziyê, derheq wan pirsgirêkan dilgiraniya xwe der birîbûn, dirêje heye û di hindik waran de rewş xirabtir bûye.

Ehmed Şehîd di heftimîn raporta xwe de bas ji darvekirina 852 hemwelatiyan Îranî di heyamê yek saliya destilatiya Hesen Rûhanî de kiriye.

Di peywendî ligel neteweyên akincî yên Îranê, bi gazî kiriana, herî kêm 58 çalakvanên mafê mirov bi Îdareya Îtilat, hatiye amaje kirin ku ji Havîna sala 2013’an, di heyamê 9 mehan de pêkhatiye.