Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Perwerde ya PDKÎ bo jinên pêşmerge û endamên partê zencîre kilasek bi rêve bir

13:27 - 11 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komek kilasên perwerdeyî ji aliyê Komîsyona Perwerde ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi navê “Girîngîdan bi xurtbûna jin” bi rêve çû û bi rêûresmek bi dawî hat.

Li gor rapora malpera Kurdistanmdia, roja Pênşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, rêûresmek ji aliyê Komîsyona Perwerde ya PDKÎ ve bi hinceta dawî hatina dewreya perwerdeyî a pêşmergeyên jin û endamên PDKÎ, bi rêve çû.

Komîsyona Perwerde ya PDKÎ di heyamê du mehên evsal de komek kilasên perwerdeyî bi navê “Girîngîdan bi xurtbûna jin” ku ji helwêst û siyaseta PDKÎ, Ewlehî, pişikdariya jinan di siyasetê de, bawerîbûn bi xwe, kultursazî û mudîryet hatibû lidar xistin, bi rêve çû.

Piştî dawî hatina kilasan, rêûresmek bi amadebûyên wan kilasên zencîrêyî û çendîn endamê rêberî ên PDKÎ û herwiha YJDKÎ, bi rêve çû.

Di vê rêûresmê de ji aliyê Komîsyona Perwerde ya PDKÎ, spasnemeya rêzgirtinê bi amadebûyî kome perwedeyî hat deyîn.