Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ serdana Parlemana Otrîşê kir

14:25 - 11 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hîwa Behramî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê tevî berdevka Firaksiyona Partiya Kesk hevdîtinek lidar xist.

Li gor rapora Kurtdistanmedia, di roja Çarşemî 8’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, nûşnerê PDKÎ Hîwa Behramî li welatê Otrîşê, serdana parlemana wî welatî kir û tevî Taniya Wîndbuşilêr berdevka navneteweyî a Firaksiyona partiya Kesk a Otrîşê civînek lidar xist.

Di vê hevdîtinê de çendîn mijar derheq bi rewşa niha ya Îranê û bi giştî Kurdistanê, bi xasmanî êrîşên girupa terorîstî a DAÎŞ’ê bo ser Başûr û Rojavaya Kurdistanê û rola Îranê di Îraqê û Sûriyê de bi hurî bas liser hat kirin.

Nûnerê PDKÎ li Otrîşê, serbarê amajedan bi nebûna tu cire azadiyeke siyasî û raderbirîn di Kurdistana Îranê de got: Çawan dibe rejîma Îslamiya Îranê bi yarîderê xelkê welatên din bê naskirin, lê di demekê de ku di Îran û Kurdistanê de, zilm û zoriyeke yekcar zaf ji xelkê dike.

Behramî, di pêwendî ligel Rojavaya Kurdistanê, daxwaz ji Taniya Wîndbuşilêr kir, ji riya parlemanê ve hemû hewla xwe bidin, heyanî ku çi dewleta Otrîşê û çi Yeketiya Ewropa bi hawara xelkê Kobanê û berxwedana bêwêne a wê xelkê ve biçin û ew bajare mezin ji dijminan biparêzin.

Herwiha nûnerê PDKÎ spasî ji helwêsta Taniya Wîndbuşilêr kir û ku dijayetiya sefera bernamerêjî kirî ya serkomarê Otrîşê bo Îranê kiribû û ew helwêste bilind nirxansin.

Qirar bû ku serkomarê Otrîşê serdana Îranê bike û her di vê pêwendiyê de, piştî çend heftiyan, Taniya Wîndbuşilêr bi navê Firaksiyona Partiya Kesk a Otrîşê daxûyaniyek bilav kir û dijayetiya partiya xwe bo sefera serkomarê Otrîşê bo Îranê îlan kir.