Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya PDKÎ û Komelê ji xelkê Kurdistana Rojhelatê

20:17 - 11 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxûyaniyeke hevpar de, bi hinceta piştîwanî kirina xelkê Rojhelatê ji Kobanê, spasî ji hemwelatiyên xelkê Kurdistana Rojhelatê kir.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayê ye:

Xelkên azadîxwazên Kurdistanê!
Di çend rojên derbasbûyî de hûn xelkên tekoşer û xebatkarên Rojhelata Kurdistanê di piraniya bajar û bajarokên Kurdistana Îranê de bo piştîwanîkirin ji berxwedana xelkên dorpêçkirî yê Kobanê hatine ser şeqaman û bi awayeke baş ve pişikdarî kir û piştîwaniya xwe îlankirin.

Her çend rejîma Komara Îslamî ya Îranê hewlekî zaf da wan xwenîşandanan de bi qazanca rejîma xwe mifahê jê wergire, lê hayîdariya we civatên xelkê xevnên rejîmê valakirin û hezên wan negehîştine cih, we bi siloganên neteweyî, azadxwazî, dijî kevinpoşî bi piştewaniya netirsane û biwêrane a xwe ji xelkê Kobanê xwepêşandan weke hewce we birêve bir.

we pir carî nîşan daye ku li rewş û kavdanên hestiyar û hesas de, piştewanên biwêr, netirs û berdewam ên xebatkarên riya rizgariya neteweya xwe ne.

Bi vê hincetê ji aliyê hemû rêzên Demokrat û Komelê ve spas û pêzanîna xwe dişînîn bo îradeya xebatgiriya we.
Serkevtin bo gelê Kurd

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
11’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an a Zayînî
19’ê Rezbera 1393’an a Rojî