Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya PDKÎ û KCK’ê bi boneya cejna Qurbanê

14:24 - 10 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Koma Civakên Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê, peyama pîrozbahiyê ji hevdu re şandin
Deqa peyama pîrozbahiyê ya KCK’ê bi vî awayî ye:

Rêzdar Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Bi boneya hatina cejna Qurbana pîroz, em li ser nave xwe û tewahiya endamên konseya birêvebiratiyê pîrozbahiyê li we hevalên birêz û tewahiya endam û alîgirên partiya we ya tekoşer dikin.
Îsal di demkê de em cejna Qurbanê pîroz dikin ku dijminên Kurd bi zêhniyeta haşakirin, qirkirin û bişavtina gelê me di sertaserî Kurdistanê de, cardin êrîşeke hemû aliyane dest pê kirine. Ew bîrkirin û zêhniyet ku li dijî azadî, wekhevî û demokrasî û aştiyê ye, li ser nave Îslamê û xwendineke taybetî ji ayîn û Îslamê di nav kesayetiya gelê Kurd de, êrîş dike ser hemû mirovahiyê û nirxên olî û dîrokî û kulturî yên wê. Ew zêhniyeta ku gelê Kurd di Helebçeyê de kîmyabaran kir, di enfalê de bi saxî, binax kir, di Qamîşlo û Dersîm û Agirî û Zîlanê de komkujî kir, û di Mehabadê de gelê Kurd li sêdarê da, niha jî li Şingal û Kobanê li ser kar e, û metirsî xistiye ser Kurdistanê.
Rêzdarno!

Di vê qonaxa hestiyar û dîrokî de ku statîko tê hilweşandin, û xerîteya Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanî ser ji nû tê darêtin, çarenûs û pêşeroja gelê me û gelên Rojhilata Navîn li pêşberî metirsiyeke gellek mezin de ye. Gelê Kurd her wek ku çawa di derbazbûyî de, li dijî terorîzma dewletên dagirker ên Kurdistanê xebat kiriye, niha jî li ser navê hemû mirovahiyê li bereya herî pêş ya şerê li dijî terorîzma herêmî û navdewletî de ye. Serkevtin di vê şer û berxwedanê de xizmeta hemû mirovahiyê dike.
Lewra yekîtiya neteweyî, yekhelwestî, xweragiriya tevalî ya hevpar, hem qedera gelê me ber bi azadî û aştî û demokrasiyê diguhere, û hem jî gelê herêmê û mirovahiyê ji tirsa faşîzm û demargirjiya olî rizgar dike, lewra dema vê hatiye ku hemû hêz û aliyên Kurdî li sertaserî Kurdistanê mil bi milê yektir li hemû bereyan, di asta herî bilind de tekoşînê bikin, û di xebat û tekoşînê de PDKÎ xwediyê ezmûneke giring e, û çavnihêriya me ev e ku di vê rewşa hestiyar de, bi piştqahîmiya bi ecibandin û pêgeha siyasî û cemawerî em rola xwe ya dîrokî bilîzin.
Di dawiyê de cardin, em eyda qurbanê li we pîroz dikin, û di xebat û tekoşînê de, serkevtinê ji we re dixwazin, û em hêvîdar in ku ev cejna bibe sedema aştî û azadî û aramiyê, û herwisa qahîmbûna bingehên yekîtiya neteweyî.

Di gel silav û hurmeta şoreşgerî

Hevserokatiya Konseya Birêvebir ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê


Deqa peyama pîrozbahiyê ya PDKÎ bo KCK’ê bi vî awayî ye:

Birêz/ Hevserokatiya Konseya Birêvebir ya KCK’ê
Spas ji bo şandina nameya pîrozbahiyê bi boneya cejna Qurbana pîroz
Em jî bi vê boneyê ve pîrozbahiya xwe pêşkêşî we hevalên rêzdar, hemû têkoşerên partiya we, û gelê Kurd bi tewahî dikin, bi taybetî ew têkoşerên ku di rojên cejnê de di çeperên şer li dijî terorîstan de ne, û bergiriyê ji xaka Kurdistanê dikin.
Herwek em hemû bi ronahî dibînin, Kurdistan û neteweya Kurd bi giştî, serbarê bidestxistina deskevtên siyasî ên berçav, ji qonaxeke gellek hestiyar û pirr metirsîdar re derbaz dibe, lewra hewce ye ku zêdetir ji hemû demekê hişyar be, û tûşî nirxandin û berhevdanêt şaş yên wisa nebe ku piştre nekare wan şaşiyan qerebû bike.
Di vê derheqê de bê guman yekrêzî û hevdengiya neteweya me di hemû beşan de, alîkarek baş dibe bona derbazkirina vê qonaxê bi awayekî serkevtî, û şanaziya wê jî, wê jibo me hemiyan be. Bo gihîştina bi yekrêziyê jî qebûlkirina yektir û karê hevbeş rola sereke dibîne.
PDKÎ di vê derheqê de hewl daye ku erkên li ser milên xwe wekî erkeke nîştimanî li gorî şiyana xwe cîbicî bike.
Cardin em cejna Qurbanê li we pîroz dikin, û serkevtina we li şerê dijî terorîstan û dagîrkerên Kurdistanê bi hêvî dixwazin.
Herbijîn bi serbilindî, û serkevtî bin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
06.10.2014
14.07.1393