Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 hemwelatiyên Kurd li Kirmanşanê hatin girtin

15:30 - 13 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê 20 hemwelatiyên kurd, piştî birêve birina Nimêja cejna Qurbanê binçav kirin.

Li gorî rapora malpera “Hîrana ”, 20 welatiyên Kurd yên xelkê “Tazeava” a ser bi devera Selasa Bawecanî a Kirmanşanê, piştî birêve birina cejna Qurbanê ligel welatên cîran, bi tavana hevadar bûn ligel Selefiyan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin.

Her di vê rojê de li Mihabadê jî 20 kes bi sedema avêtina siloganên olî ji aliyê hêzên komara Îslamiya Îranê ve hatin binçav kirin.

Li gor raportên hatinî bilav kirin, jibilî sûça olî û bîr û bawera kesayetî, di heyamê wan çen rojane de, bi dehan hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve, li bajarên kurdistana Rojhelat, bi sedema pişkdarî kirin li meşên piştîwanî kirin ji Kobanê, hatine girtin.