Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek din ji piştevanên Kobanê li Tehranê hatin binçavkirin

15:24 - 14 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji çalakvanên Kurd, Faris û Tirk ku li meydana Înqilab a Tehranê meş lidarxistibûn, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.

Li gor raporta “Hîrana”, di dirêjeya xwenîşandanên hemwelatiyan li bajarên Îranê, ber bi êvara roja Yekşemî 12’ê Çiriya pêşîn a 2014’an, li meydana Înqilab a Tehranê meşek bi rêve çû û di demeke nêz de telefona destî ya hemwelatiyan qut bû.

Herwisa hindek ji peyamnihêrên mafên mirov, ji dest bi ser kirina çendîn çalakvanên çep yên di wê kombûnê de nûçe weşandin.

Husên Azergişsib, Emîn Xusrewî, Sehend Seadet, Husên Cindiqiyan û Kemal Mehmudî ji wan kesanene ku rejîma Îranê xistine binçavan.

Heya niha ji hejmareke rast ya girtiyên meydana Înqilab û cihê girtîgeha wan nehatiye eşkere kirin.

Di wê peywendiyê de û di heftiya borî de, piştî dest pê kirina pêlên lehiya xwepêşanderên Kurdistana Rojhelat û kombûnên hemwelatiyan bi armanca piştevanî kirin ji Kobanê û şermizar kirina terorîzmê, 37 kes ji Merîwan, 4 kes ji Rebet, 10 welatiyên Mehbadî, 2 li Tehranê û çendîn bajarên din yên kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.

Herwiha çendîn çalakvanên sivîl û çandî, ji aliyê hêzên Îdareya Îtilat a Îranê ve, hatine gazîkirin û gef lê hatine xwarin.