Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya xwenîşandanên Kobanê ji aliyê xwendekarên Kurd ve

15:37 - 15 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjeya bi rêve çûna meş û mitîngên hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê, xwendekarên zanîngeha Razî ya Kirmsanşanê, dilsozî û piştevaniya xwe ji xelkê Kobanê re ragehandin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, ber bi êvara roja Sêşemî 14’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, xwendekarên zanîngeha Razî ya Kirmanşanê, bi merama destek dan bi Kobanê xwenîşandanek bi rêxistin.

Xwendekarên Kurd, bi pilakardên wek “Kobanê ne bi tenê ye”, “bijî Kobanê”,”pişgirî ji Kobanê piştgirî ji mafê mirov e”dilsoziya xwe bi Kobanê re îlan kirin.

Xwendekaran bi wê kiryara xwe cinayetên çeteyên DAÎŞ’ê protestokirin û piştgiriya xwe bi Kobanê re ragehandin.

Ew mitînge bi xwendina daxûyaniyek, derheq bişermizar kirina DAÎŞ’ê û destek dan bi Kobanê de bidawî hat.

Pêştir jî xwendekarên kurd yên zanîngeha Tehran, Şîraz, Urmiye, Tewrêz û Hemedanê, bi rêxistina xwenîşandanan, piştevaniya xwe bi Kobanê û Kurdên wî bajarî re nîşan dabûn.

Ji bilî telebeyan civaka hunerî ya Kurdistan ê jî, pişgirî ya xwe bi derkirina daxûyaniyekê bi Kobanê re îlan kirin.
Herwisa girtiyên siyasî yên kurd li girtîgehên rejîma Îranê, bi girava birçîbûnê û derxistina daxûyaniyekê, kiryarên terorîstî ên DAÎŞ’ê şermizar kirin û piştevaniya xwe bi Kobanê re ragehandin.

Pêla pişgirî ji Kobanê li roja Sêşemî 7’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, li Mihabadê dest pê kir û piştre bilav bû nav hemê bajarên Kurdistanê û gellek bajarên Îranê ku heya niha jî dirêje heye.

Rejîma Îranê di wî heyamê de hertim bi derxistina astengiyan hember xwenişanderan, riya berfirehbûna wan meşane nedaye û bi gazîkirin, binçavkirin û gefxwarin ji hemwelatiyên Kurd, nehêlaye ew hesta neteweyî û mirov dostane, zêdetir bigehe bi guhê cîhanê.

Jibilî binçavkirina bi dehan welatiyên kurd, li bajarên Merîwan, Tehran, Bukan û Mihabad, nûtirîn raport bas ji girtina 3 hemwelatiyên Kurd yên zanistgeha Sine(peymangeha fenî û endazyarî) dike.

Xwenîşandanên destekdan bi Kobanê îro çarşemî li bajarê Urmiyê û Zanîngeha Kurdistanê li Sine, bo careke din yê bên lidarxistin