Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve dirêje heye

20:21 - 15 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya girtina hevwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhelatê de, 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve di bajarê Sine de hatine girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di destpêka kombûm û rêpêwînên hemwelatiyên Kurd bi armanca piştevankirin ji Kobanê, şopek ji girtina hevwelatiyên Kurd li devera Kurdakincî yên Îranê ji aliyê hêzên rehîma Îslamiya Îranê ve hatiye lidarxistin.

Nûtirîn raport di pêwendî ligel binçav kirina welaiyên Kurd ku ji aliyê kempêyîna berewanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl hatiye bilavkirin ku bas ji vê yekê dike ku 6 hemwelatiyên din ên Kurd li bajarê Sine hatine girtin.

Piştî pêşwaziya berfireh û berçav ya hemwelatiyên Kurd li meş û mîtîngên piştevanîkirin ji Kobanê, heta niha dehan hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Piştî rêpêwîna xelkê Sine di roja Înê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê heya niha dehan kes ji çalakvan û xwendekarên Kurd li bajarê Sine girtin e.
Nasnameya 6 kesên binçavkirî yên vê daviyê li bajarê Sine, Hîwa Kerîmî , Şaho Umerî, Xebat Emîrî, Umîd Xulamî, Hêmin Muhemmedî û Fuwad Bapîrî, hatiye ragehandin.

Herwiha roja Şemî piştî dest pê kêrina meşên destekdan bi Kobanê, hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê, 3 xwendekarên zanistgeha Sine(Peymangeha fenî û endazyarî a Yezdanpenah) xistin binçavan.

Hêjayî gotinê ye ew 3 xwendekarê Kurd ên girtî ji aliyê hêzên rejîmê ve, di destpêka sala duyemîn a zanîngehê de hatine binçav kirin û rejîma Îranê ew bi cihekî nediyar vegûhestin e.

Nasnameya kesek ji wan girtiyan “Mehdî Husênî ”hatiye dest nîşan kirin.

Di wê pêywendiyê de, çendîn çalakvanên çep, di wan xwepêşandanên dawiyê de, ji bo Kobanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Heya niha ji hejmareke serrast a girtiyên roja Yekşemî yên meydana Înqilab a Tehranê û cihê xwedîkirina wan zaniyariyek bidest neketiye.

Li gorî raportan di hefteya derbaz bûyî de û piştî xwenîşandanên welatiyan, di piştevanîkirina Kobanê de, 37 kes ji Merîwan, 4 welatî ji Rebet, 10 hemwelatiyên Kurd ji Mihabad û 2 welatî li Tehranê û her wisa bajarên din yên Îranê hejmarek hwvwelatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Gor heman çavkaniyê, çendîn çalkê sivîl û çandî jî, ji aliyê Îdareya Îtilat a rejîmê ve, hatine gazî kirin û gef lê hatne xwarin.

Pêla gazîkirin, binçavxistin û gefxwarin ji welatiyan, çalakvan û xwendekarên kurd ji aliyê navendên rejîma Îranê ve, piştî despêkirina xwenîşandanên piştgirî kirin ji kobanê, hatiyê holê û heya niha jî dom dike.