Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Duyemîn parêzgeha Îran di qezaya tirafîk de

13:49 - 16 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cade û rêûbanên girêdayê hev ên xirb û nastandard , salane dibin sedema mirina herî kêm 500 kesî di qezaya tirafîk a Urmiyê de.

Li gorî nûçegehanên hundirîn, mirina salane zêdeyî 500 kesan li cade û rêû banên parêzgeha Urmiyê, bi sedema qezaya tirafîkê, ew parêzgeh li Îranê di pileyên here serî de ye û bi mirin û birîndarbûna li nav rêyan û vegûhestina wan bi nexweşxaneyan li wî welatî, di pileya duhemîn de ye.

Tengbûna cadeyan, xirab bûna asfaltên riyên girêdayî hev û nastandard bûna wan rayan, nastandard û kevn bûna tirombêlên Îranê, çênekirina mekanên xirabûyî ku qezaya tirafîkê tê de diqewimin bi xasmanî li parêzgehên Kurdistana Rojhelat( Îlam, Kirmanşan, Kurdistan û Urmiye) hertim bûne sedema qezayên tirafîkê û mirin û bûyerên dilgiran di wan deveran, bi xasmanî parêzgehên kurdistanê de.

Îro rojê qezaya tirafîkê nehimîn sebeba mirinê di cîhanê de ye, lê li Îranê bi sedema neparastina ustandardên çîhanî, qezaya tirafîkê sedema sêhemîn ya mirinê ye.

Baş qîr nekirina rêyan, di dema çêkirina cadeyan de, yekek ji sedemên sereke yên qezaya tirafîkê ne, herwisa qîra sexte, bilindî nizimiya cadeyan û tîşbûna asfaltê, sebeba %30 qezaya tirafîkê di wan rêya ne de ye.

Li gor raporta ku havîna sala 2014’an hat bilav kirin, ne îmenî bûna rêyan, sebebên mirovî û çandî, tirombêlên nestandard û lawaz bûna birêvebiriya hat û çûyê, piştî bi deselat gihîştina Xumêynî li sala 1978(1357), herî kêm 10 milyon kes hatine mirin.