Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seqiz/ kedkarekî Kurd bi sedema girtina eliktirîkê jiyana xwe ji dest da

15:31 - 17 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Kedkarekî Kurd ê bajarê Seqiz, di yekeyeke berhemanînê de, bi sedema bûyreke elktirîkî, dema kar kirinê de jiyana xwe wida kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedi, roja Çarşemî 15’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, kirêkarekî Kurd ê bajarê navborî, di yekeyeke berhemanînê de, dema kar û mijulbûn bi paqij kirina alaveke elktirîkî de, jiyana xwe ji dest dide.

Ew kedkare di demekê de ku mijûl bi şuştina dezgeha “Pîksêl” e, nişkave tûşî girtina elktrîkê tê û elaqa wî bi jiyanê re qut dibe.

Hêjayî gotinê ye, bi sebeba dabîn nekirina alav (amûr) ên ewlehî yên kar kirinê, ji aliyê xwedan karan di yekeyên berhemanînê de, xortekî temen 24 salî bi navê “Feryad Yarî” xelkê gundê Hesenava, ser bi bajarê Riwanser, xwedî bawername(medrek) a karnasî, di fabrîqe (karxane) yeke wî bajarî de, bi sedema bûyerekî, jiyana xwe wina kiribû.