Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd nîgarên xwe pêşkêşî zarokên Kobanê dike

20:16 - 18 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nîgarkêşekî Merîwanî, li zanistgeha Peyamnûr a wî bajarî, mehrîcaneke nîgaran lidarxist.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, xwendekareka Kurd a bi navê Semîra Husênî ji dayîk bûya Merîwanê, mehrîcaneke resman birêve bir û ew bi zarokên Kobanê re diyarî kir.

Mehrîcana han ku ji 25’karê resman ên bi rengên curbicur pêkhatiye, di zanistgeha Peyam Nûr a Merîwanê de, ji 14’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, destpêkiriye û heya 8 rojan yê dom bike.

Hêjayî gotinê ye pêştir jî hejmarek hunermend, sînemager û helbestvanên Kurd, bi pêşkêş kirina xelatên xwe bi xelkê Kobanê û derxistina daxûyaniyekî, dilsoziya xwe bi xelkê wî bajarê bin zext û guvaşa terorê de, nîşan dabûn.

Celal Melikşah, Eta Nihayî, Beyan Ezîzî, Rehîm Loqmanî, Îrec Ibadî û Kerîm Dafiî, ji wan kesane bûn ku bi derxstina peymeke hevpar, piştîvaniya xwe bi Kobanê re ragehandin.